​​​​​​​Rojnameyên erebî: Gera Ebdullehyan a li Kendavê pêşbîniya nukleerê geş dike

Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên îro de behsa têkiliyên Îran-Kendavê, krîza Sûdanê û krîza Lubnanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Gera Ebdullehyan a li Kendavê pêşbîniya nukleerê geş dike
23 hezîran, 2023   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Exbar a Lubnanê der barê dosyaya nukleerê ya Îranê de wiha nivîand: "Piştî 2 rojan a pêşwazkirina wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bîn Ferhan ji aliyê Tehranê ve, wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullehyan gerek li 4 paytextên Kendavê pêk anî; Dewha, Mesqet, Kuwêt û duh jî Ebû Zebî.

Ev yek nîşan dide ku hevkariya nû di navbera Îran û dewletên Kendavê de heye. Li gorî Wezareta Karên Derve ya Îranê armanca vê gere, belgeyên hevkariyê yên bi van welatan re hatine îmzekirin, werin şopandin."

KRÎZA SÛDANÊ DIKEVE QONAXA BÊHNVEDANEKE DIRÊJ′

Rojnameya El Ereb a Londonê li ser mijarê wiha nivîsand: "Ne diyar e ku krîza Sûdanê dê di demeke nêz de bê çareserkirin. Artêş û Hêzên Piştevaniya Lezgîn êrişan zêde dikin û êdî êlên ji herêmên hundirîn jî beşdar dibin. Ev tê wê wateyê ku her du alî siyaseta bêhnvedana dirêj bi kar tînin ku şerê li gorî her du aliyan pêk neyê. Lê belê dê wan ber bi dan û standinên nû ve bibe.

Li gorî çavdêran şerê li Xertûmê ji bo serweriya li cihên stratejîk, baregeh, navendên hêzan, pir û têketinên Xertûmê ye.

Şopîneran da zanîn ku şerê di navbera artêş û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de nakokiya êlan li bajarê Cinênê yê wîlayeta li rojavayê Darfûrê gur kir, di encamê de bi sedan birîndar û kuştî çêbûn û gelek kes koçber bûn."

‘NÛNERÊ FRANSAYÊ: ÇARESERÎ DI DESTÊ LUBNANIYAN DE YE′

Rojnameya El Beyan li ser rewşa Lubnanê wiha nivîsand: "Nûnerê serokê Fransayê ji bo Lubnanê Jean-Yves Le Drian duh hevdîtin bi berpirsan re li Beyrûtê di çarçoveya hewldanên welatî wî de pêk anîn, da ku krîza valahiya serokatiyê li Lubnanê bi dawî bibe. Le Drian da zanîn ku çareserî di destê Lubnaniyan de ye, di heman demê de got li kêleka parçebûnên siyasî jî çareserî dijwar e."

(fr)