Welatî bi şerê gel ê şoreşgerî li hember êrişan disekinin

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li herêmên li eniyên şer teqezî bi girîngiya şerê gel ê şoreşgerî kir û diyar kirin ku şikandina êrişên li dijî herêmê di berxwedanê de nixumandî ye.

Welatî bi şerê gel ê şoreşgerî li hember êrişan disekinin
23 hezîran, 2023   07:38
HESEKÊ – ARAM EHMED

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an ve didomîn çi bi rêya çeteyên xwe yan jî êrişên rasterast.

Piştî hilbijartinên serokkomariyê yên Tirkiyeyê ku tê de Erdogan bi dijwariyeke mezin bi ser ket, ev êriş girantir bûn û di vê dawiyê de komkujiyek li kantona Qamişlo pêk hat.

Dewleta Tirk a dagirker sêşema borî 20'ê Hezîranê erebeyeke Meclisa kantona Qamişlo li ser rêya Qamişlo – Tirbespiyê hedef girt. Di encamê Hevseroka Meclisa Kantonê Yusra Derwêş, cîgira hevseroketiya meclisê Leyman Şiwêş û endamê meclisê Firat Tûma şehîd bûn.

Koma Civaka Kurdistanê (KCK) destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê dagir bike û Kurdan qir bike. KCK`ê bang li gelê Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku berxwedaneke mezin li hember êrişan bidin meşandin.

Welatiyan ji ajansa me re nêrînên xwe der barê van êrişan de anîn ziman.

Welatiyê bi navê Ebdurehman Hisên ê ji navçeya Til Temirê ya li hember Serêkaniya ku ji 2019'an de di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye got: "Tirkiyeyê piştî hilbijartinan dest bi qonaxeke nû kir, ew şer dixwaze û êrişên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina pêşengên Rêveberiya Xweser nîşana vê yekê didin."

'DIVÊ EM BERXWEDANÊ JI XWE RE ESAS BIGIRIN'

Hisên destnîşan kir ku herêm di qonaxeke girîng re derbas dibe û divê çavnebariya wê ya li dijî herêmê bi berxwedanê bê têkbirin, ji ber ku encamên vê qonaxê dê bandorê li pêşeroja herêmê û ya gelê wê bike.

Welatiyê bi navê Ebdurezar Mihemed ku ji Serêkaniya dagirkirî koçber bûye û li navçeya Til Temirê bi cih bûye wiha axivî: "Her kes dizane ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca valakirina herêmê ji niştecihên wê yên resen û guhertina demografiya wê van êrişan bênavber didomîne."

Mihemed teqezî bi girîngiya birêxistinkirina jiyana rojane li gor rewşa herêmê û hevgirtina li hember planên dagirkeriyê û parastina xakê kir.

"QSD'Ê HÊZA YEKANE YE KU DIVÊ PIŞTGIRÎ JÊ RE BÊ DAYÎN"

Her wiha, welariyê bi navê Ridwan Xelef diyar kir ku rêya yekane ya derbaskirina van êrişan û rêgirtina li ber dagirkirina herêmê hevgirtina pêkhateyan û piştgirîdayîna hêzên leşkerî ye.

Xelef got: "Pêvajoya em tê re derbas dibin, gelek hesas e nexasim berdewamkirina êrişan. Hêza yekane ya ku divê ji bo parastina herêmê û gelê wê piştgirî jê re bê dayîn QSD'ê ye."

Dewleta Tirk a dagirker di 2018'an de bajarê Efrînê di encama êrişeke berfireh a hewayî û bejayî de ku 58 rojan dom kir, Efrîn dagir kir, her wiha Serêkaniyê û Girê Spî jî piştî êrişeke 10 rojan di 2019'an de dagir kirin.

 

(mh/şx)

ANHA