Kongra Star a Şamê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Kongra Star a Şamê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û bang li rêxistinên mafên mirovan û hêzên navneteweyî kir ku dawî li êrişên dewleta Tirk a dagirker bînin.

Kongra Star a Şamê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
23 hezîran, 2023   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star a Şamê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal, çiyayên Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de Kongra Star êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal, çiyayên Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herî dawî hedefgirtina şehîd Yusra Derwêş, Leyman Şiweş û Firat Tûma şermezar kirin.

Kongra Star diyar kir ku ew ê parastina xak, Rêber Abdullah Ocalan û nasnameya xwe bikin û li hember sazî û rêxistinên li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina welatiyan bê deng in, bisekinin. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan û hêzên navneteweyî kir ku dawî li êrişên dewleta Tirk a dagirker û balafirên wê yên bêmirov bînin.

(fr)

ANHA