′Ji bo şikandina vîna azad jinan dike armanc′

Di çalakiyên jinan û civakê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê hatin şermezarkirin û hate gotin, "Êrişa li dijî 2 endamên rêveber û endamekî Meclisa Kantona Qamişloyê nîşaneya dewama dijminahiya li dijî şoreşa gelan û projeya wan a demokratîk e."

′Ji bo şikandina vîna azad jinan dike armanc′
′Ji bo şikandina vîna azad jinan dike armanc′
′Ji bo şikandina vîna azad jinan dike armanc′
22 hezîran, 2023   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê erebeyeke Meclisa Kantona Qamişloyê bombebaran kir, di encamê de Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira hevserokatiya meclisê Leyman Şiweş û endamê meclisê Ferat Tûma şehîd bûn, her wiha hevserokê meclisê Gabîî Şemûn jî birîndar bûn. Xelkê herêmê li hember van êrişan bertekên xwe nîşan dan.

TIL KOÇER

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yNKbtf5mIfI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Kongra Star a Til Koçerê li pêş navenda xwe ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Endama Komîteya Edaletê ya Kongra Star Ula Hemûd Muflih daxuyanî xwend.

 Di daxuyaniyê de êrişên barbarî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî 2 endamên rêveber ên Meclisa Kantona Qamişloyê û endamekî meclisê hatin şermezarkirin û hate gotin ev êrişa di şexsê jinan de, nîşaneya dijminahiya şoreşa gelan û projeya wan a demokratîk, her wiha şikandina vîna wan a azad e.

Di dawiyê de hate gotin divê dewleta Tirk bizane dê hêza ji şehîdan tê girtin planên dijmin têk bibin.

REQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/I8MDbW4ka0o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Nivîsgeha Jinan a Rêxistinên Civaka Sivîl a Reqayê bi beşdariya dehan jinan, endamên nivîsgehê û saziyên sivîl ên Reqayê daxuyaniyek da.

Endama nivîsgehê Fatme El Ehmed daxuyanî xwend û got êdî bes ji qetilkirin û bêdengiyê re, êdî bes e qetilkirina jinên parastina xak, doz û gelê xwe dikir e.

Di daxuyaniyê de hate gotin êdî jin bo armanca balafirên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, duh Hevrîn û piştre Zehra û îro jî Yusra û hevrêyên wê ne.

Her wiha hate destnîşankirin ku piştî dewleta Tirk di bandorkirina li ser zihniyeta jin û fikra wê de têk çû, yekser jin û zarokan hedef digire û siyaseta şerê taybet û derxistina fitneyan pêk tîne.

Rêxistinan di dawiyê de bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî yên têkildarî mafên jinan kir ku sînorekê ji van kiryarên dermirovî û derexlaqî re deynin û çareseriyekê ji krîza Sûriyeyê pêk bînin.

TIL HEMÎS

Meclisa Navçeya Til Hemîsê ya Qamişloyê jî bi beşdariya endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî li pêş avahiya Kongra Star daxuyaniyek da.

Endama kongrayê Ezarî El Feyhan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin êdî siyaseta dewleta Tirk a dagirker ji her kesî ve aşkera ye û armanca wê derbekirina projeya Rêveberiya Xweser e.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî Rêveberiya Xweser ragihandin dê dest bi darizandina çeteyên DAIŞ′ê bike, dewleta Tirk êrişên xwe zêde kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ji bo parastina destkeftiyên li herêmê û rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî divê têkoşîn were bilindkirin.

(fr)

ANHA