23 şehîd li Til Koçerê hatin bibîranîn

Xelkê Til Koçerê ya Qamişloyê 23 şehîd li hola navenda HPC′ê bi bîr anîn.

23 şehîd li Til Koçerê hatin bibîranîn
22 hezîran, 2023   12:18
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Koçerê merasîma 23 şehîdan ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, li dar xist.

Di merasîmê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, PYD, TEV-DEM, endamên Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan, saziyên civaka sivîl û malbatên şehîdan beşdar bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Navçeya Til Koçerê Salih El Kino axivî û fedakariyên şehîdan ên di oxira parastina xakê û jiyana birûmet de pîroz kir. El Kino soz da ku li ser rêça şehîdan bimeşin.

Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên şehîdan xwendin û dirûşmên "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

(fr)

ANHA