Çalakiya konvedanê: Divê cîhan piştgiriyê bide şerê li dijî 'terorê'

Meclisa Sivîl a Dêrazorê çalakiya konvedanê ya li djiî êrişên dewleta Tirk a dagirker bi dawî kir. Meclisê bang li cîhanê kir ku piştgiriyê bidin têkoşîna QSD′ê û Rêveberiya Xweser a li dijî 'terorê'.

Çalakiya konvedanê: Divê cîhan piştgiriyê bide şerê li dijî 'terorê'
22 hezîran, 2023   11:58
DÊRAZOR

Meclisa Sivîl a Dêrazorê li bajarokê Hecînê yê rojhilatê Dêrazorê çalakiyeke konvendanê li dar xist û di roja duyemîn a dawî de bi beşdariya rûspî, şêxên eşîran, endamên saziyên sivîl û leşkerî û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê daxuyaniyek da. Hevseroka Meclisa Sivîl a rojhilatê Dêrazorê Sefiye El Hesen daxuyanî xwend.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Em Rêveberiya Herêma Rojhilat, êrişên Tirkiyeyê li ser herêmên me şermezar dikin û bang li cîhana azad dikin ku berpirsiyariyên xwe hilgire û awayekî cidî gelê me ji êrişên Tirkiyeyê yên bi armanca dagirkirina xaka me, koçberiya gelê me û pêkanîna aloziyê li Rojhilata Navîn, biparêze.

Divê cîhanê di şerê li dijî terorê de ku gefan li cîhanê tevahî dixwe destekê bide Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Divê rêxistinên mafên mirovan û NY′yê tecrîda li dijî rêberê neteweyî Abdullah Ocalan bi dawî bikin.

Siûqastên Tirkiyeyê li dijî endamên rêveber, siyasetmedar, sivîl û leşkeran pêk tîne nîşaneya aşkera ya dijminahiya Tirkiyeyê û bêserûberiya wê ye ku vîna me ya têkoşîna li dijî terorê lawaz bike.

Dewleta Tirk a dagirker gelek caran hewl da terorîstan ji girtîgehan birevîne da ku belgeyên li Rojhilata Navîn tev li hev bike. Piştî biryara Rêveberiya Xweser a destpêkirina darizandina DAIŞ′yên li gel wê girtî ne dagirkeriyê êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Ev siyaset ji cîhanê tevahî re aşkera ye, ji lew re divê hêzên navneteweyî yên ku şerê terorê dikin bi hêz û israr li hember binpêkirinên Tirkiyeyê yên li dijî gelê me yê aşiqê aştiyê ye bisekinin."

(fr)

ANHA