Kongra Star şehîdên komkujiyên Helincê û 20`ê Hezîranê bi bîr anîn

Koordînasyona Kongra Star şehîdên Komkujiya Helincê û şehîd Leyman Şiwêş (Rîhan Amûdê) bi bîr anîn û banga parastina destkeftiyên şoreşa jinan kir.

Kongra Star şehîdên komkujiyên Helincê û 20`ê Hezîranê bi bîr anîn
22 hezîran, 2023   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongra Star bi du daxuyaniyên nivîskî şehîdên Komkujiya Helincê (23`yê Hezîrana 2022) Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî, her wiha şehîd Leyman Şiwêş (Rîhan Amûdê) ku di komkujiya 20`ê Hezîranê de şehîd bûye, bi bîr anîn.

Daxuyaniya têkildarî şehîdên Komkujiya Helincê

“Jinên pêşengiya şoreşê dikin û li dijî feraseta baviksalar tê dikoşin ji aliyê dewleta Tirk ve tên hedefgirtin.

Piştî şoreşa Rojava û bi felsefe û ramanên Rêber Apo ku bê cudahiyê di navbera jinên Kurd, Ereb û Suryan de û di xeta rêbertî de rêya azadiyê ji hemû jinan re vekir. Li ser xeta şehîdan ku bi findên ronahiyê li ber me bi bedena xwe vêxistin û rêya azadî û têkoşîna şehîdên ku têkoşiyan û gihîştin şehadetê. Giyanê wan ji bo hemû jinên cîhanê bû sembola aşîtiyê û di bin dirûşma (Jin, Jiyan, Azadî) şehîdên Helincê û şehîdên din ên Rojava û şehîdên azadiyê yên li hemû cîhanê wê bibin pira di navbera azadî û hemû jinan de ji bo aştî, têkoşîn û berxwedanê  berdewam bikin û weke ku Rêber Abdullah Ocalan dibêje ‘jin jiyan e, jin civak e û civaka azad tê wateya neteweya demokratîk e.’ Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê modela azadiyê ne, ya ku di şoreşa Rojava de derketiye holê, em ê destkeftiyên vê şoreşê biparêzin û xurt bikin, êrişên ku herêmên me û gelê me yê berxwedêr dikin hedef şermezar dikin.”

Daxuyaniya ji bo şehîd Leyman

“Şehîd Rîhan, keça Amûdê, di dirêjahiya ciwantiya xwe de ji bo welatekî azad û jiyaneke bi wate û civakeke ku jin tê de azad be, pêşengtiya keçên Kurd ên Amûdê û Rojavayê Kurdistanê kir. Şehîd Rîhan di meşa ji bo azadiyê û şoreşa jin de bênavber xebat dida meşandin. Şehîd Rîhan ji bo felsefeya demokrasiyê belav bike li gelek welatan weke Rûsya, Amed û Başûrê Kurdistanê kar kir. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  jî li Minbicê, bi taybet ji bo jinên Ereb ku nû ji çeteyên DAIŞ'ê hatibûn rizgarkirin bibû mînaka jina berxwedêr. Hevrê Rîhan Amûdê ku di Meclisa Kantona Qamişloyê de cih digirt, dema li ser erka xwe bû, tevî du hevalên xwe, 20'ê Hezîranê di saetên sibehê de, encama êrişeke dewleta Tirk a dagirker de li Qamişloyê şehîd bû. Şehîd Rîhan ji malbateke welatparêz e ku ji kevn ve xwedî şehîd in.

Keda 30 salan a şehîd Rîhan wê nayê jibîrkirin. Dê hevalên te doza te bişopînin û bi hezaran wê navê Rîhanan hilînin û têkoşîna ku wê da meşandin wê dewam bikin."

(bb)

ANHA