Remedan Omerî; semboleke hunera resen

Ji biçûkaniya xwe de tev li karê hunerê bû û bi hezkirinê rêya hunerê dewam kir. Derbasî Lubnan, Başûrê, Urdin û Tirkiyeyê bû û gelek hunermendên mezin ên Kurd û Ereb nas kirin. Piştre vegerî warê xwe Dirbêsiyê.

Remedan Omerî; semboleke hunera resen
21 hezîran, 2023   04:35
HESEKÊ - CAN ILÊWÎ

Hunermend Necim Omerî di 1941′ê de li navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê hate dinê, di nava malbateke hunermend de mezin bû. Wê yekê hişt ji biçûkaniya xwe de karê hunerê bike. Piştre di lêdana ûdê û stranê de bû pispor.

Ji ber ku Remedan Necim Omerî di nava malbateke hunerî de mezin bû, bandor lê bû. Dayika wî Hezîne Omerî stranbêja gelêrî ye û bavê wî Necim Omerî hunermend e, her wiha xwişka wî Mizgîn Tahir soprano ye û Gulistan Tahir stranbêj e. Birayê wî Şukrî Sobarî jî stranbêj e.

Remedan Omerî ji bo pêkanîna xewna xwe ya hunerî tê koşiya. Ji biçûkaniya xwe de dixwest bibe hunermend û di 1950′î de rêwîtiya xwe ya hunerî ji dibistana seretayî dest pê kir.

Ji bavê xwe stran ezber kirin û bi rêya şevbuhêrkên di mala wî de dihatin lidarxistin, xwe bi pêş xist. Li ser lêdana ûdê, piştî dibistan di qonaxa navîn de berda, fêr bû. Li navenda çandê ya Helebê fêrî solfej û notayê bû.

BANDORA ARAM DÎKRAN

Remedan di stranbêjiyê de dewam kir, her wiha li ser lêdana cumbişê û banco li Helebê fêr bû û hunermendê mezin Aram Tîgran bandor lê kir.

Di sala 1970′yî de berê xwe da Lubnanê û tev li koma Serkeftin bû ku ji hêla Kemal Şanbaz ve hatiye damezrandin. Ji hunermendên başdarî komê bûne; Mihemed Şêxo, Mehmûd Ezîz, Rifet Darî. Ji wir rêwîtiya wî ya hunerê berfireh bû.

Bi wê yekê hunermendên mezin nas kirin û kêliyên xweş bi wan re derbas kirin; Ferîd Etreş, Mihemed Şêxo, Mehmûd Ezîz, Aram Tîgran û gelek hunermendên din. Her wiha bandora Arif Cizrawî li serê çêbû.

XEBATÊN WÎ

Ji ber nêzbûna erdnîgariyê û şibandina wê di navbera Mêrdîn û Dirbêsiyê de, Omerî stranbêjiya bi zaravaya Merdînliyê, li kêleka Erebî û Kurdî hez kir. Zêdetirî 60 stran ji awaz û gotinên xwe çêkirin; Pêşketî, Sorgul ji Baxê, Dinya Bû Bihar, her wiha gelek stranên din ên ji helbestên Cegerxwîn û Yûsif Berazî.

Beşdarî gelek şahiyên li piranî dewletan bû; Urdin, Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê, bi taybet di şahiyên Newrozê de.

Dema li Başûrê Kurdistanê bû, gelek hunermendên Kurd nas kirin; Mihemed Arif Cizrawî, Îsa Berwarî, Nesrîn Şêrwan û gelek hunermendên din.

Piştî Omerî di sala 1972`yan de vegerî Dirbêsiyê, komeke tembûrvanan ku ji 5 kesan pêk tê, damezirand û bang li tevahî ciwanan kir ku behreyên xwe bi pêş bixin.

)fr(

ANHA