​​​​​​​‘Vegera têkiliyên Şam û Enqereyê ne pêkan e’

Muxalifê sûriyeyî Mihemed Îsa anî ziman normalîzekirina têkiliyên Şam û Enqereyê ne pêkan e û got baweriya Şamê bi dewleta Tirk a dagirker nayê û projeya Osmaniya Nû ji projeyên herî xeternak ên li ser doza erebî ye.

​​​​​​​‘Vegera têkiliyên Şam û Enqereyê ne pêkan e’
21 hezîran, 2023   00:45
QAMIŞLO - MISTEFA ELO

Cîgirên wezîrên karên derve yên hikumeta Şamê, Rûsya, Îran û dewleta Tirk a dagirker bi mijara nîqaşkirina hewldanên normalîzekirina têkiliyên Şam û Enqereyê ku bi serkêşiya Rûsyayê tên kirin, 20-21'ê Hezîranê li bajarê Astana yê Kazaxistanê dicivin.

Ev civîn piştî biryara vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî ku 7'ê Gulana borî hatibû dayîn, her wiha piştî hilbijartinên parlamento û serokkomariyê yên Tirkiyeyê ku 14 û 28'ê Gulanê pêk hatibûn û di encamê de de Recep Tayyîp Erdogan li hemberî hevrikê xwe Kemal Kiliçdaroglu bi ser ket, tê lidarxistin.

Beriya civînê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bejahî û hewayî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirine, di encamê de 6 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û gelek sivîl şehîd bûn.

'HEWAYEKÎ KOMPLEKS DI NAVBERA DEWLETA TIRK A DAGIRKER Û HIKUMETA ŞAMÊ DE HEYE'

Muxalifê sûriyeyî Mihemed Îsa anî ziman ku ew texmîn nake ku civîna çaralî tiştekî nû bi xwe re bîne û got: "Tehmîn nakim ku ev civîn bibe derfeteke cidî ji bo normalîzekirina di navbera rejîma Erdogan û desthilata Sûriyeyê de.”

Mihemed Îsa sedemên vê tercîhê spartin van xalan: "Siyaseta Tirkiyeyê ya afirandina aloziya Sûriyeyê; Tirkiye tevgera Sûriyeyê ji xeta wê ya aştiyane derxist û veguherand tevgereke çekdarî da ku ajandeyên îslama Îxwanî pêk bîne. Her wiha birîneke kûr di wijdanê civaka Sûriyeyê de, bi taybetî di wijdanê alîgirên rejîma Sûriyeyê de çêkir."

'BAWERÎ PÊ NÎN E'

Îsa bi bîr xist ku baweriya hikumeta Şamê bi dewleta Tirk nayê û wiha domand: "Qenaeta berpirsên Şamê bi duristbûna niyetên Tirkiyeyê nîn e. Serokê rejîmê her tim gotina xwe ya 'Baweriya min bi vî zilamî nayê' ku mebesta wî Erdogan e, dubare dike. Daxuyaniya Beşar Esed a li lûtkeya Cedayê asta nakokiyên her du aliyan piştrast dike. Beşar Esed gotibû xetereya Tirkiya Osmanî xetereya siyonîst a li ser pirsgirêkên Ereban derbas dike."

Têkildarî helwesta Amerîkayê ku normalîzekirina têkiliyên Enqere û Şamê red dike, Îsa anî ziman ku atmosfera di navbera her du dewletam de ya têkildarî normalîzekirinê kompleks e.

ROLA KOMKARA EREBÎ Û MÊTINGERIYA DEWLETA TIRK

Li ser rola Komkara Erebî ya parastina endamên xwe, Îsa destnîşan kir ku Komkara Erebî dikare destwerdana Tirkiyeyê ya li xaka Sûriyeyê rawestîne û rê li ber hegemonyaya Rûsya û Îranê bigire.

Mihemed Îsa anî ziman ku dibe di civîna çaralî de mijarên wekî hevkariya bi Erdogan re ya ji bo dagirkirina herêmên di bin serweriya QSD'ê de were nîqaşkirin û got: "Eger derfeta vê yekê nebe dibe ku girîngiyê bidin operasyonên qetilkirina kadroyên sereke yên QSD'ê bi rêya balafirên keşfê. Duyemîn; dibe ku lihevkirin çareserkirina pirsgirêkên hin muxalif û hin aliyên girêdayî desthilata Şamê çêbin. Sêyemîn; dibe ku hin deriyên sînor ji bo tevgera bazirganiyê werin vekirin. Çaremîn; dibe ku lihevkirinek li ser vekirina rêya M4 pêk were.”

‘NABE MODELA HEYÎ YA SÛRIYEYÊ DEWAM BIKE’

Mihemed Îsa di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku her çar dewlet (Rûsya, Îran, Tirkiye û hikumeta Şamê) armanc dikin ku li ser hesabê gelê Sûriyeyê çareseriyan ji pirsgirêkên xwe re bibînin û têkildarî çareserkirina aloziyê jî wiha got: "Çareserî ew e ku tevahî aliyên sûriyeyî îqna bibin ku nabe modela heyî ya Sûriyeyî dewam bike. Pêwîstiyeke dîrokî ye ku sûriyeyî li ser destûreke nû li hev bikin, li ser zimanekî modern û parastina berjewendiyên hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê ya li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254'an li hev bikin. Divê di vê destûrê de avakirina komareke nû yan jî ya duyemîn a li ser bingehê rêgezên demokrasî, laîk û dewleta qanûnê û edaletê werin mîsogerkirin."

)bb(

ANHA