Rêveberiya Xweser îdiayên Rûsyayê red kirin û teqezî bi diyalogê kir

Rêveberiya Xweser piştrast kir ku ji bo pêkanîna aramiyê li Sûriyeyê ew amade ye bi hemû aliyan re diyalogê pêk bîne û bang li Rûsyayê kir ku roleke erênî di diyaloga li gel Şamê de bilîze û îdiayên nerast wek karteke siyasî bi kar neyne.

Rêveberiya Xweser îdiayên Rûsyayê red kirin û teqezî bi diyalogê kir
20 hezîran, 2023   18:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de got: “Em destnîşan dikin ku Rêveberiya Xweser di biryara xwe ya nîştimanî ya sûriyeyî de serbixwe ye. Em ne girêdayî biryara tu kesî ne. Em qebûl nakin ku me tev li doz, dosyayên exlaqî û nakokiyên di navbera hêzên navneteweyî û herêmî de bikin.”

Rêveberiyê hêvî kir ku Rûsya li şûna ku rêveberiyê bi tiştên nerast tawanbar dike û îdiayên nerast wek karteke siyasî bi kar tîne, roleke erênî di diyaloga li gel hikumeta Şamê de bilîze, daxuyaniyên ku dide, êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê zêde bûne, rewa dike.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku cîgirê wezîrê karên derve û wezîrê karên derve yên Rûsyayê gotin rêveberiyê ji ber Washingtonê qebûl nake diyalogê bi hikumeta Şamê re bike û Rêveberiya Xweser bi projeyeke cudaxwaz bi nav kir. Lê rêveberiyê destnîşan kir ku ew berê, niha û dê hertim ji bo diyalogê li gel tevahî aliyan, amade be.

Rêveberiyê wiha domand: “Me zêdetirî careke bang kir ku Rûsya rola dabînker di vê çarçoveyê de bilîze. Lê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê baş dizane xwezaya projeya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê çi ye.

Rêveberiyê têkildarî îdiayên Wezareta Derve ya Rûsyayê got: "Em îdiayên Wezareta Derve ya Rûsyayê red dikin ji ber ku ew ji rastiya rewşê dûr in. Nexasim ew berî çend saetan ji lidarxistina civîna Astana hatin dayîn. Ji bo me dema dayîna daxuyaniyan, gumanan çêdike. Dibe ku ev di çarçoveya razîkirina aliyên din ên Astanayê de bin û afirandina, fikirandineke dijberî Rêveberiya Xweser e. Yanî di dawiya civînê de biryarên dijberî me derxin.”

Rêveberiyê di dawiyê de wiha anî ziman: “Em xwedî projeyeke sûriyeyî ya demokratîk in. Em hêvî dikin ku Rûsya roleke erênî û girîng di diyaloga li gel hikumeta Şamê de bilîze, li şûna ku me bi tawanên nerast tawanbar bike. Mîna van daxuyaniyan, êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê rewa dike. Li şûna wê diviyabû Rûsya helwesteke diyar li hember êrişên li dijî ewlehiya Sûriyeyê, nîşan bide.”

(mh/şx)