Havîn Guneşer: Polîtîkaya li Îmraliyê polîtîkaya rizandinê ye

Havîn Guneşer ku “cezayên dîsîplînê" yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û qedexeyên li ser serdanên malbat û parêzeran wek "bi saxî binaxkirin" pênase kir û diyar kir ku polîtîkaya li Îmraliyê tê meşandin polîtîkaya rizandinê ye.

Havîn Guneşer: Polîtîkaya li Îmraliyê polîtîkaya rizandinê ye
20 hezîran, 2023   23:40
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Havîn Guneşer bi bîr xist ku polîtîkayên cuda li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û Rêber Abdullah Ocalan hatine meşandin lê bi ser neketine. Havîn Guneşer îşaret pê kir ku bi dorpêçkirina fîzîkî ya Rêber Ocalan re dixwazin kurdîtiyekê biafirînin ku şerê wan bimeşîne û gelê Kurd bixin bin şîdeta fîzîkî.

Berdevka ‘Însiyatîfa Navneteweyî ya ji Abdullah Ocalan re Azadî-Li Kurdistanê Aştî’ nivîskar Havîn Guneşer tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan, polîtîkayên li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û Kurdan ji ANHA'yê re nirxandin.

'KIRYARÊN LI ÎMRALIYÊ DI ASTA BINAXKIRINA BI SAXÎ DE NE'

Havîn Guneşer di serî de behsa "cezayên dîsîplînê" yên ku dane Rêber Abdullah Ocalan û qedexeyên li ser hevdîtinên malbat û parêzeran kir û wek "bi saxî binaxkirin" pênase kir.

Guneşer diyar kir ku di sala 2005'an de xirabûna keştiyê yan jî şert û mercên hewa wek hincet nîşan didan û ji sala 2018'an ve ji ber cezayên dîsîplînê têkiliya bi derve re hatiye qutkirin û got: “Li Îmraliyê bi îhtimaleke mezin nahêlin hevalên din jî hevdîtinê pê re bikin.”

PÊŞNIYARA DMME’YÊ: BILA HÊVÎ HEBE LÊ DERNEKEVE

Guneşer diyar kir ku ne tenê dewleta Tirk, di heman demê de faktorên din jî di tecrîda li Îmraliyê de bi bandor in û got qanûnên di sala 2005'an de ji bo Rêber Ocalan bi taybetî hatine derxistin, Ewropayê jî erê kirine û heta hatine teşwîqkirin û wiha dewam kir: "Dibêjin cezayê darvekirinê hatiye rakirin, lê em baş dibînin ku nehatiye rakirin. Jixwe ji ber ku dem bi dem mekanîzmayeke nirxandinê nîn e, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li dijî cezayê muebbetê yê girankirî derdikeve. Tişta ku jê re dibêjin mafê hêviyê ev e. Yanî mirov dikare hêvî bike lê ne hewce ye derkeve. Biryara DMME’yê vê pêşniyar dike. Tevî vê yekê jî Tirkiye mekanîzmayeke bi vî rengî çênake. Niha ji Ewropayê li hember vê rewşê bêdengiyeke mezin heye û ji bo DYA’yê tecrîd jixwe normal û li wir gelekî belav bûye û li DYA’yê jî qanûneke mîna cezayê muebbetê yê girankirî heye.”

‘LI SER RÊBER OCALAN DORPÊÇA FÎZÎKÎ, LI SER KURDAN ŞÎDETA FÎZÎKÎ’

Havîn Guneşer got "Siyaseta ku di dema dawîn de li Îmraliyê tê meşandin, siyaseta rizandinê ye" û wiha lê zêde kir: "Li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û birêz Ocalan polîtîkayên cuda hatine ceribandin. Dema ku ji wan encamek bi dest nexistin, niha birêz Ocalan dixin bin dorpêçeke bi vî rengî ya fîzîkî û gelê Kurd dixin bin şîdeta fîzîkî. Azadiya birêz Ocalan bi azadiya me gelê Kurd ve girêdayî ye. Gotineke din me pasîf dike û dixe nava bendewariyê. Dixwazin birêz Ocalan li wir bihêlin û di warê tenduristiyê de birizînin û ev yek ji bo civaka Kurd jî derbasdar e. Lê belê em dibînin ku ev yek ji bo tevahiya Tirkiyeyê gelekî rasttir e. Divê baş were dîtin ka kê ji vê yekê qezencekê bi dest dixe."

'DIXWAZIN KURDÎTIYEKÊ ÇÊKIN KU ŞERÊN WAN BIMEŞÎNIN’

Havîn Guneşer got hêzên emperyalîst dixwazin di nûbûna Rojhilata Navîn de Kurdên ku şerên wan bimeşînin, biafirînin lê paradîgmaya Rêber Ocalan pêşî li vê girtiye.

Havîn Guneşer axaftina xwe wiha domand: "DYA dixwaze Rojhilata Navîn ji nû ve saz bike û di vê jinûveavakirinê de dixwaze xeyalên Tûranî û Neo-Osmanî yên li Tirkiyeyê pêk bîne. Eşkere ye ku ne dewleta Tirk, ne Amerîka û ne jî hêzên din nikarin Kurdan paşguh bikin. Lê ev hemû hêz naxwazin kurdbûneke azad çêbe, dixwazin kurdîtiyekê çêkin ku şerên xwe pê bidin meşandin. Dixwazin daxwaza Kurdan a azadî û serxwebûnê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Astengiya herî mezin a li pêşiya vê yekê birêz Ocalan û fikrên wî ne û lewam jî Tevgera Azadiyê ya Kurd e."

‘BI NAVÊ ‘MAFÊ HÊVIYÊ’ EGLE DIKIN’

Guneşer anî ser ziman ku hemû sûcên li hemberî Kurdan bê ceza dimînin, ji ber ku Kurd di pergala cîhanê de tên paşguhkirin û di ser mînaka Sedam Huseyîn û DAIŞ'ê re ev mînak da: “Sûcên dewleta Tirk ên şer û mirovahiyê jî bê ceza hiştine. Rewşa Efrînê li holê ye. Rewşa zagonî ya birêz Ocalan diyar e; birêz Ocalan, Kurd û tevgera Kurdan aliyek in, lê li ber rehma kesên ku guh nadin wî û mêtingeriyê dikin û li şûna darizandineke dualî bi qirkirinê re mijûl dibin, têne hiştin. Bi ser de jî bi navê ‘mafê hêviyê’ egle dikin. Çi dikare bi mafê mêviyê çareser bibe, heta ku pirsgirêka Kurd bi awayekî cuda neyê nirxandin, çi dê çareser bibe? Em ji bîr nekin ku li Kurdistanê dagirkeriya leşkerî, mêtingeriya siyasî-aborî û qirkirina çandî didome.” 

‘KABÎNEYA TESLÎMGIRTINA KURDÊN AZAD’

Havîn Guneşer got hem nîjadperestiya Tirkan hem jî ya Kurdan tê sorkirin lê tevî şerekî giran jî bi ser neketine, lewma jî niha hewl didin ferasetê biguherînin.

Guneşer diyar kir ku ji bo teslîmgirtina Kurdên azad kabîneyeke nû hatiye avakirin û wiha pê de çû: “Hemû hêzên cîhanê dibêjin pêşiya paradîgmaya Rêber Ocalan girtî ye. Lê pêşiya çi vekirî ye? Ya malbata Barzanî û rêxistinên wekî Huda-Parê? Ev jî qaşo gelekî nîjadperest in in, lê belê neteweperestiyeke li ser xeta mêtingeran û bi manîpulasyoneke giran a bi rêya çapemeniyê vê yekê normalîze dikin. Ev kabîneya han ji bo teslîmgirtina kurdayetiyê û bi taybetî jî Kurdên azad e. Tevgera Filistînê çawa anîn vê astê û qonaxên wê hêjayî lêkolînkirinê ne. Bi ser bikevin an nekevin, ev jî dê bi têkoşînê diyar bibe. Lê divê em vê jî bizanin ku ger berxwedan û paradîgma pêk bê, îhtîmalek mezin heye ku guhertinek çêbe.”

‘ELEQEYA MEZIN JI BO MODELA KU RÊ LI BER AZADIYÊ VEDIKE’

Havîn Guneşer diyar kir ku Rêber Ocalan parêzvanekî mezin ê gel e û modela ku bi pêş xistiye dê Rojhilata Navîn bigihîne azadiyê û ev lê zêde kir: “Modelên din hem ji aliyê madî hem jî ji aliyê manewî ve nakokiyan kûrtir dikin û mirovan hejar dikin. Û her kesî ji nû ve dikin kole û mêtingeh. Pêvajoyeke bi vî rengî di aliyê xweza, jin, gelan û hemû civakê de tê pêşxistin. Ji ber vê yekê ev paradîgma û parêzname ne tenê ji bo çepgiriyeke nû ye, di heman demê de ji bo derdorên di bin mêtingeriya hêzên cuda de jî derbasdar in. Her wiha parastineke gerdûnî ya jinan e. Ji bo vê jî ji bo parêzname û ramanên birêz Ocalan eleqeyeke mezin a gelan û jinan heye û ev parêzname berxwedana wan a heyî pir mezin û xurt dikin.”

ANHA