Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê semînerek li ser narkotîkê da

Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Dêrazorê ji bo ku civakê ji zirarên narkotîkê hiyar bike, semînerek bi navnîşan “Zirarên narkotîkê li ser civakê li dar xist.

Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê semînerek li ser narkotîkê da
20 hezîran, 2023   17:31
DÊRAZOR

Di semînerê de nûnerên Komîteya Tenduristiyê, nûnerên Partiya Sûriyeya Pêşerojê û saziyên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê beşdar bûn.

Di serî de serokê Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Dêrazorê Tamir El Şumerî der barê sedemên belavbûna narkotîkê de di nav civakê de axivî û got: "Êdî narkoîtk wek çekekî li dijî ciwanan bi taybetî tên bikaranîn."
El Şumerî destnîşan kir ku armanc ji belavkirina narkotîkê, têkbirin û xerakirina civakê ye û got: "Divê hevkariyek di navbera welatiyan û hêzên ewlekariyê de hebe da ku em bikarin ji vê diyardeyê xelas bibin û civakê bi awayekî dirust ava bikin. Her wiha divê em metirsî û bandorên xerab ên van madeyan jî diyar bikin."
El Şumerî bang li beşdaran kir ku xebatên hişyarkirinê ji narkotîkê û bandorên wan zêdetir bikin.
Di dawiya semînerê de beşdaran pêwîstiya hevgirtinê bi hêzên ewlehiyê re hat destnîşankirin ji bo ku rê li pêşiya vê diyardeyê bê girtin. aktîfkirina qanûnekê têkildarî narkotîkê û têkoşîna li dijî wê, çalakirina rola dadgehê ji bo rêgirtina li pêşiya bazirganan. Lidarxistina semînerên têkildarî vê mijarê bi hevkariya komîteyên Rêveberiya Xweser. Xurtkirina tedbîrên ewlehiyê li ser rêbendan. Pêşxistina rola jinan ji bo rêgirtina li pêşiya vê diyardeyê.
(mh/şx)
ANHA