​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-6-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-6-2023
20 hezîran, 2023   23:00

Havîn Guneşer ku “cezayên dîsîplînê" yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û qedexeyên li ser serdanên malbat û parêzeran wek "bi saxî binaxkirin" pênase kir û diyar kir ku polîtîkaya li Îmraliyê tê meşandin polîtîkaya rizandinê ye. (BI WÊNE)

Şêniyên kantona Qamişlo li hember girankirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kirin ku ew êriş nikarin wan ji têkoşînê û parastina projeya demokratîk dûr bixin û gotin: "Em dê li hember êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatiyên bajarê Qamişlo li hember êrişa ku li ser rêya Qamişlo – Tirbespiyê pêk hatî helwest nîşan dan û dan zanîn ku ti carî îradeya wan bi êrişan nayê têkbirin. Welatiyan di axaftinên xwe de bang li xweparastinê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Muxalifê sûriyeyî Mihemed Îsa anî ziman normalîzekirina têkiliyên Şam û Enqereyê ne pêkan e û got baweriya Şamê bi dewleta Tirk a dagirker nayê û projeya Osmaniya Nû ji projeyên herî xeternak ên li ser doza erebî ye. (BI WÊNE)

Endamê Desteya Rêveber a MSD`ê Elî Rehmûn anî ziman ku armanc ji civîna Astanayê pêkanîna berjewnediyên Rûsya-Tirkiyeyê ye û got: “Her du alî gefan li projeya Rêveberiya Xweser didin û li ser wê li hev kirine. Divê gelê Sûriyeyê çareyeke siyasî ji aloziyê re bibînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji biçûkaniya xwe de tev li karê hunerê bû û bi hezkirinê rêya hunerê dewam kir. Derbasî Lubnan, Başûrê, Urdin û Tirkiyeyê bû û gelek hunermendên mezin ên Kurd û Ereb nas kirin. Piştre vegerî warê xwe Dirbêsiyê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi gurbûna qeyrana aborî û kirîza dolarê li welêt, Misir dest bi lêgerîna rê û rêbazên nû kir ji bo ku dûrî bandora kaxiza kesk a ku di xezîneya wî de nemaye, aboriya xwe baştir bike û pêdiviyên gelê xwe dabîn bike. (BI WÊNE)

Meclisa Herêma Rojhilat ê Dêrazorê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakiya konvedanê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

PYD`ê ji bo nîqaşkirina geşedanên siyasî yên li herêmê civînek li Navenda Çandê ya navçeya Çil Axa li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dayîkên şehîdan ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û şehîdxistina têkoşeran, daxuyaniyek li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo dide saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xwendekarên Peymangeha Şehîd Viyan Amara ya kantona Şehbayê ezmûnên dawiya salê dikin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pêkhateyên kantona Qamişlo cenazeyê şehîd Firat Daniyal Tuma merasîma oxirkirinê li dêra Mar Yaqûb El Nasîbînî ya Keldan a Qamişlo li dar dixe saet di 16:00`a de. Her wiha cenazeyên Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş û cîgira wê Lîman Şiwêş li Goristana Şehîd Îsmaîl a navçeya Amûdê tên oxirkirin saet di 16:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê têkildarî êrişên dewleta Tirk û hedefgirtina erebeya hevseroka kantona Qamişlo daxuyaniyek dide li pêşiya avahiya Meclisa Rêveber a Kobanê saet di 9:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)