Kombûna Jinan a Zenûbiya êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê şermezar kirin û got: "Em soz didin ku em dê rêya şehîdên xwe bişopînin".

Kombûna Jinan a Zenûbiya êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
20 hezîran, 2023   20:19
REQA

Daxuyanî bi beşdariya endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Jinên Sûriyeyê, Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê, partiyên siyasî ji aliyê berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Xaliye Kenco ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê siyasetên dijberî û nijadperestiyê yên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gel û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide meşandin şermezar kirin û got: "Îro jî balafira bêmirov a biçek a Tirk erebeyeke Rêveberiya Xweser li gundê Til Şiîr hedef girt ku di encamê de hevseroketiya kantona Qamişlo Yusra Derwîş û cîgira wê Reyhan ên ku ji bo azadiya jinan û gelan û pêkanîna aştî û demokrasiyê tê dikoşiyan şehîd bûn."

Kombûnê piştrast kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker bi sedema bêdengiya navneteweyî ne û soz da ku rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan bişopîne û têkoşîna xwe bidomîne. Her wiha bang li hemû jinan kir ku li hember planên dewleta Tirk a dagirker ên têkbirina îradeya jinên azad ên Sûriyeyê bi yekrêziyekê li ber xwe bidin.

Kombûnê di daxuyaniya xwe de got: “Dewleta Tirk a dagirker dê tu carê êrişên xwe yên li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û şerê taybet ê ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û dorpêçkirina herêmê ranewestîne. Lê belê ji ber ku em xwedî îradeyeke xurt û berxwedaneke dîrokî ne, em dê asta berxwedana xwe bilind bikin û em dê tu carî têk neçin. Em dê bi hev re van zehmetiyan derbas bikin û bigihêjin armanca xwe ya avakirina Sûriyeyeke nenavendî û ya pirreng."

(mh/şx)

ANHA