Rêveberiya Xweser: Êriş berdewamiya siyasetên dijminane li dijî gelê herêmê nîşan didin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxî da malbatên şehîdên êrişa li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê û got: “Em siyaseyên dijber ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî pêkhateyên herêmên Rêveberiya Xweser bi tundî şermezar dikin.”

Rêveberiya Xweser: Êriş berdewamiya siyasetên dijminane li dijî gelê herêmê nîşan didin
20 hezîran, 2023   19:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişa îro ya li ser rêya Qamişlo û Tirbespiyê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina hevseroketiya Meclisa kantona Qamişlo û cîgira wê li ser rêya Qamişlo – Tirbespiyê şermezar kirin.

Rêveberiyê destnîşan kir ku êriş, berdewamiya siyasetên dijberî herêmê ji aliyê koma Astanayê ve nîşan dide.

Rêveberiyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hedefgirtina sivîlan û binesaziya herêmê ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve ranewestandiye, li pêşberî civata navneteweyî, carê yekser carê bi rêya çete û ajandeyên xwe mîna DAIŞ`ê êriş dike û komkujiyan pêk tîne ku digihêjin asta sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê.

Her wiha Rêveberiyê got: “Em sersaxî didin malbatên şehîdan û şifayê ji birîndaran re dixwazin. Em bi tundî siyasetên dijminane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar dikin. Gelên herêmê, li gel şer û aloziya Sûriyeyê hevgirtinek û aramiyek afirand û hewl didin ku Rêveberiya Xweser bibe modela çareseriyê ku sûriyeyiyan li hev kom dike. Em bang li Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û civata navneteweyî dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin, berpirsyariyên xwe bînin cih û dawî li pozbilindiya pergala hov a li Tirkiyeyê bînin. Ev kiryar, herêmê ber bi metirsiyên mezin ve dibe û dê tevliheviyeke mezin jî li herêmê çêke ku nayê kontrolkirin. Em soz didin xelkê xwe ku destkeftiyên dîrokî biparêzin û li ser şopa şehîdan bin.”

(mh/şx)