​​​​​​​Rewşa Şervanê birîndar baş e

Rewşa zarokê bi navê Şervan Beşîr baş e ku duh bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê li gundê Til Qirahê yê kantona Şehbayê, bi wî de teqiyabûn.

​​​​​​​Rewşa Şervanê birîndar baş e
20 hezîran, 2023   19:19
 ŞEHBA

Li gundê Til Qirah ê kantona Şehbayê, bermahiyeke çeteyên DAIŞ`ê bi zarokê bi navê Şervan Ebdurehman Beşîr de teqiyabû. Di encamê de 3 tiliyên destê çepê qut bûn.

Malbata zarokê birîndar, got piştî ku li nexweşxaneyê niştegerî jê re hat kirin, rewşa Şervan baş bûye.

Li gorî daneya Heyva Sor a Kurd di encama teqîna bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê de li kantona Şehbayê ji dema dagirkirina Efrînê ve, zêdetirî 100 koçberên Efrînê birîndar bûn.

(şx)