Cenazeyê şehîd Fehid El Sayil li Reqayê hat veşartin

Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Fehid Ewad El Sayil li Goristana Şehîdan a gundê Hikumiye veşart.

Cenazeyê şehîd Fehid El Sayil li Reqayê hat veşartin
20 hezîran, 2023   19:10
REQA

Şervanê birîndar ê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Fehid El Sayîl  di encama nexweşiyeke giran de şehîd bû. Fermandarên QSD, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, partî, Meclisa Sivîl a Reqayê, Kombûna Jinan a Zenûbya û rêxistinên civaka sivîl tev li merasîma oxirkirinê bûn.

Di merasîmê de bi navê QSD``ê endama Meclisa Leşkerî ya Reqayê Retîbe El Selfîc axivî û got: “Em sersaxî ji xwe û ji malbata şehîd Fehid dixwazin ku ji bo rizgarkirina vê axa em li ser sekinîne canê xwe feda kir.”

Retîbe wiha domand: “Bi saya xwîna şehîdan, herêm rizgar bû. Lê terorek din tevî çeteyên xwe derketin ji bo ku herêmên me dagir bikin. Erdogan dixwaze xeyala osmaniya berê pêk bîne. Lê bi saya şehîdan em li ber xwe didin. Dê li ser şopa wan bin. Em dev ji bosteke axa xwe bernadin. Em amade ne li hember tevahî êrişên li dijî herêmê bisekinin.”

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê hevserokê meclisê Ehmed El Hemûd axivî û fedakariyên şehîdan silav kir.

El Hemûd wiha berdewam kir: “Em ji hemûyan re dibêjin, dest bi herêmên me nedin. Hûn ê di vî şerî de bi bin kevin ji ber ku doza me adil e. Em soz didin şehîd Fehid û xelkê xwe ku piştevanên wan bin.”

di dawiya axaftinan de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Nadiye El Ehmed wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Dûre girseya gel cenazeyê şehîd spart axê.

(şx)

ANHA