ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 19-6-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 19-6-2023
18 hezîran 2023   23:00

Parêzer û wasiyê (wekîl) Rêber Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç da zanîn ku li gorî yasayên Tirkiyeyê jî dadgehek nikare bi vî rengî ceza bide, lê ji ber ku saziyên navneteweyî yên têkildar bersiva serlêdanan nedane, Tirkiye bi rihetî binpêkirina didomîne. Dînç got pêwîst e biryara NY`yê bê bicihanîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir êrişên li ser Kurdistanê û rewşa Îmraliyê hemû girêdayî navenda şerê taybet a li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê ye û got “Hemû siyaset di destpêkê de li ser Îmraliyê tê meşandin.”  (BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatiyên herêmê û rûspiyên eşîran biryara Rêveberiya Xweser a darizandina çeteyên DAIŞ'ê erênî nirxand û got ku ev biryar di dema guncaw de hat dayîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên Efrînê diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker nikarin hêviya vegera Efrînê û israr têkoşînê kêm bikin. Koçberan got, heta rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran ew ê dev ji hêvî û berxwedanê bernedin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dewleta Tirk a faşîst a mêtinger, bi hilbijartinên 14-28'ê Gulanê re tevî desthilateke faşîst a Tifaqa Cumhurê dikeve sedsala duyemîn a komarê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Pereyan a Navendî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8 navend ji bo radestkirina pereyên cotkaran vekirin. Radestkirin wê çend rojên bê dest pê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeyên Dêrik û Amûdê bi 2 xwepêşandanên cuda êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin, xwepêşandana Amûdê saet di 09:00'an û ya Dêrikê saet di 11:00'an de dest pê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Ferhad Şiblî li bajarê Reqayê bi merasîmeke li hola Mişwar bi bîr tîne, saet di 11:00'an de (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA