Komeleya Rojnamevanên Kurdistanê êrişa li dijî Sînan Aygul şermezar kir

Komeleya Rojnamevanên Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrîşa dijî rojnamevan Sînan Aygul ku ji aliyê parêzvanên şaredarê AKP’yî ve pêk hat şermezar kir.

Komeleya Rojnamevanên Kurdistanê êrişa li dijî Sînan Aygul şermezar kir
18 hezîran 2023   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê Serokê Cemiyata Rojnamevanan a Bedlîsê rojnamevan Sînan Aygul gelek nelirêtî û fiotina erdên Şaredariya Tetwanê ya AKP’yî kiribû nûçe û ji raya giştî re ragihandibû. Duh li navçeyê parêzvanê şaredarê şaredarê AKP’yî Mehmet Emîn Geylanî, Yucel Baysal û polîsê bi navê Engîn Kaplan êrişî rojnamevan Aygul kiribûn û ew birîndar kiribûn.

Komeleya Rojnamevanên Kurdistanê têkildarî êrîşa li dijî rojnamevan Sînan Aygul daxuyaniyek da. Komaleya Rojnamevanên Kurdistanê bertek nîşanî êrîşa li dijî rojnamevan Sînan Aygul ku ji aliyê parêzvanên şaredarê AKP’yî ve pêk da. Di daxuyaniya nivîskî ya komeleyê de hat diyarkirin ku êrîşa li dijî Aygul, zehmetiyên ku li Tirkiyeyê li ser pîşeya rojnamegeriyê dijîn careke din derxist holê.

Komeleya Rojnamevanên Kurdistanê di daxuyaniya xwe de peyama piştevaniyê da. “Divê êrîş û zextên li ser rojnamegeran bi dawî bibin, azadiya çapemeniyê bê xurtkirin, li derdorên ku pîşeya rojnamegeriyê lê tê kirin de jîngeheke ewle bê avakirin.”