Hêvî û berxwedana xelkê Efrînê her zindî ne

Koçberên Efrînê diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker nikarin hêviya vegera Efrînê û israr têkoşînê kêm bikin. Koçberan got, heta rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran ew ê dev ji hêvî û berxwedanê bernedin.

Hêvî û berxwedana xelkê Efrînê her zindî ne
19 hezîran 2023   02:17
ŞEHBA- ZEYNEB ŞÊXO

Koçberên Efrînê yên ku li kampa Serdemê ya kantona Şehbayê dijîn, têkildarî êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê ji ajansa me re axivîn.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/06/18/193707_rengn-mihemed.jpg

Rengîn Mihemed anî ziman ku êrişên dewleta Tirk a dagirker berxwedana wan naşkînin û got: "Ev 6 sal in em koçber in û li kampan dijîn. Di nava 6 salan de  topbarana dewleta Tirk a li ser hêrêmê kêm nebûye. Her tim sivîlan dike hedef. Êriş ku tên kirin bi piraniya xwe li dijî Til Rifet û Şêrawayê ne .Em ê li vir li ber xwe bidin, êriş nikare berxwedana me bişkîne, em ê li hember êrişan bisekinin."

HETA VEGERA EFRÎNÊ BERXWEDAN!

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/06/18/193723_resd-mihemed.jpg

Reşîd Mihemed jî diyar kir ku berxwedana wan ji bo vegera li Efrînê ye û wiha dom da axaftina xwe: "Dewleta Tirk a dagirker a ku însanetiyê nas nake her roj û kêlî bi kêlî êrişî herêmê dike. Di kijan qanûnan de rê didin ku nexweşxane bên topbarankirin. Kesên li wir hatin hedefgirtin nexweş bûn û li wir dihatin dermankirin."

Reşîd Mihemed bang li civata navneteweyî û rêxisitinên mafên mirovan kir ku rê li van kiryaran bigirin û got,  “Ji kuştinê re êdî bes e.”

ISRARA TÊKOŞÎNÊ

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/06/18/193740_nezfe-nebo.jpg

Nezîfe Nebo jî bi bîr xist ku tevî dorpêçê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê berdewam dikin. Nezîfe Nebo destnîşan kir ku rojane navçeyên Til Rifet û Şêrawayê tên topbarankirin û wiha domand: ''Me çi guneh kiriye ku zarokên me di nava tirsê de bijîn. Em êrişên li ser herêmê şermezar dikin. Êrişa li ser nexweşxaneyê kiryarekî dermirovê ye. Ji van kiryaran rêxistinên mafên mirovan li ku derê ne?"

Nezîfe Neb anî ziman ku armanc ji êrişan ew e ku gelê Efrînê dest ji hêvî û berxwedanê berde û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Lê gelê Efrînê di têkoşînê de bi israr e."

(bb/c)

ANHA