Kongra Star geşedanên siyasî li herêmê nîqaş kirin

Di civîneke jinan a li Til Hemîsê de, geşedanên siyasî yên ku bandorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin hatin nîqaşkirin û her wiha girîngiya rola perwerdeyan ji bo pêşxistina jinan û têkbirina hişmendiya baviksalariyê hat nîşandan.

Kongra Star geşedanên siyasî li herêmê nîqaş kirin
Kongra Star geşedanên siyasî li herêmê nîqaş kirin
Kongra Star geşedanên siyasî li herêmê nîqaş kirin
Kongra Star geşedanên siyasî li herêmê nîqaş kirin
19 hezîran, 2023   14:05
QAMIŞLO

Di çarçoveya civînên ku Kongra Star di 11'ê Hezîranê de dest pê kiriye, civînek li navçeya Til Hemîsê bi beşdariya bi dehan jin û endamên saziyên sivîl ên navçeyê hat lidarxistin.

Civîn li hola Navenda Çandê ya navçeyê hat lidarxistin. Endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Botî der barê geşedanên siyasî yên xwecih û herêmî de axivî û destnîşan kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di qonaxeke girîng re derbas dibe.

Welîde bal kişand ser têkiliyên Rûsya û dewleta Tirk a dagirker û got: "Nêzîkbûna di navbera aliyên Rûsî û Tirkî ne li gorî berjewendiya gelê Sûriyeyê ye lê belê li gor berjewendiyên wan e."

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker Welîde Botî got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide împeratoriya Osmanî vejîne û ew şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê ne tenê li Sûriyeyê, her wiha li Iraq û Lîbyayê jî destekê dide wan."

Welîde rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di têkbirina êrişên li dijî herêmê de silav kirin.

Piştre, endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed der barê rola Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de di têkbirina çeteyên DAIŞ'ê de got: "Jinan şerê DAIŞ'ê kir û wan cihê xwe yê rast di civakê de girt û civak bi awayekî dirust ava kir."

Remziye Mihemed rola jinên Til Hemîsê piştî rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ'ê û hişyarbûna wan ji şerê taybet ê di bin siya adet û kevneşopiyê de nîşan da.

Di dawiya civînê de, astengiyên li pêşiya jinan û rêbazên derbaskirina wan hatin nîqaşkirin, ku beşdaran teqezî bi zêdekirina perwerdeyan ji bo pêşxistina jinan û têkbirina hişmendiya baviksalariyê kir.

(mh/şx)

 ANHA