Şahidek detayên êrişa li ser Cidêda vedibêje

Cuma Salih ê xwediyê sahrîca avê di dema êrişa li ser gundê Cidêda de li wê derê bû, detayên êrişê parve kirin û got her tevgerek û çûyîneke gundiyan, dibe armanca dewleta Tirk a dagirker.

Şahidek detayên êrişa li ser Cidêda vedibêje
18 hezîran 2023   15:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser herêmên Şehba, êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava bi taybetî niştecihan dike hedef.

HEDEFGIRTINA EREBEYA XIZMETGUZARIYÊ YA WELATIYAN

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2023/06/18/155347_cuma-salih.jpg

Di 17`ê Hezîranê bi şev de dewleta Tirk a dagirker êriş gundê Ciddêda yê navçeya Eyn Îsayê kir û sahrîceke avê yê welatiyê bi navê Cuma Salih kir hedef.

Welatî têkildarî bûyerê ev agahî parve kirin: “Duh bi şev dema min av dibir gund, dewleta Tirk a dagirker gund topbaran kir. Ji ber ku ez nêzî topbaranê bûm, ez ji ser hişê xwe ve çûm. Dema hatim ser hişê xwe, min erebeya xwe li wir hişt û vegeriyam gund. Dûre serê sibê bi alîkariya xelkê gund min çû erebe anî.”

DEWLETA TIRK QEBÛL NAKE WELATÎ DEBARA XWE PÊK BÎNIN!

Salih wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker li hember debara welatiyên herêmê asteng e. Ji lewra qebûl nake ku welatî, debara xwe ya jiyanî pêk bînin.”

JIYANA WELATIYAN DI XETERIYÊ DE YE!

Her wiha Salih diyar kir ku ne cara yekem e êrişên bi vî rengî pêk tên û wiha anî ziman: “Li gundên nêzî eniyan, tevgerek, çûyînek û hatineke welatiyan dibe armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê. Ew, herêmê bi çekên giran topbaran dikin. Ji xwe topbaranên li van gundan ne cara yekem in. Rojane li ser cihên ku welatî lê dijîn, topbaran pêk tê. Bi van êriş û topbaranên dewleta Tirk a dagirker, jiyana tevahiya welatiyan dibin xetereyan de ye.”

Di meha Çile’ya 2023’an de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker êriş gundê Xalidiyê û Ciddêyda kir. Heman awayî di Nîsan’a 2023’an de jî seyareyeke mazot barkirî, li ser rêya M4 ya di navbera Eyn Îsa û Çelebiyê de ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker seyare qelibî.