QSD'ê girtiyên ku destê wan di kuştina sûriyeyiyan de tune bû berdan

Li Dêrazorê QSD'ê 33 girtiyên ku destê wan di kuştina sûriyeyiyan de tune bû berdan.

QSD'ê girtiyên ku destê wan di kuştina sûriyeyiyan de tune bû berdan
18 hezîran 2023   16:06
DÊRAZOR

Di çarçoveya xwedîderketina li bangên rûspî û serokeşîrên Dêrazorê û piştî ku hat piştrastkirin ku destê wan di kuştina sûriyeyiyan de tune ye, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) biryara berdana 33 girtiyan da.

QSD'ê girtiyên ku ji herêma Dêrazorê ne bi beşdariya serokeşîr û rûspiyên herêmê radestî malbatên wan kirin û ji bo yên ku ne ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne rê dabîn kir da ku vegerin herêmên xwe.

Serokeşîrê Igêdat, Cemîl El Hefel ji ajansa me re got: "Em Rêveberiya Xweser li ser vê gavê spas dikin ku ne tenê girtiyên ji herêma Rêveberiya Xweser, her wiha yên ji seranserî Sûriyeyê jî berdan."

El Hefel destnîşan kir ku xwedîderketina li bangên rûspiyên herêmê, piştrast dike ku baweriyeke xurt di navbera hêzên leşkerî yên herêmê û rûspiyên wê de heye.

El Hefel wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em QSD'ê li ser xebata wê spas dikin ku ev jî ne gava yekem e û dê ne ya dawîn be jî. Di dema pêş de dê hin girtiyên din ên ku destê wan di kuştina sûriyeyiyan de tune ye bên berdan."

Rûspiyê eşîra Igêdat Necim El Necris rola QSD'ê di parastina herêmê û xwedîderketina li daxwazên eşîran de silav kir û got: "Berpirsyariya mezin a rûspiyên herêmê ye, ji ber ku ew nûnertiya civakê dikin. Ji ber wê jî divê ew ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê piştgiriyê bidin hêzên leşkerî."

QSD'ê di demên borî de hin girtî bi dabîna rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdabûn.

(mh/şx)

ANHA