​​​​​​​Li Efrîna dagirkirî çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi hev ketin

Li navçeya Mabeta ya kantona Efrînê ya dagirkirî di çend rojên dawîn de rewşeke aloz di navbera çeteyên "Emşat" û yên "Ehrar El Şam" de derketiye, sedema wê jî nakokiyên li ser parvekirina mal û milkê koçberên Efrînê ye.

​​​​​​​Li Efrîna dagirkirî çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi hev ketin
18 hezîran, 2023   14:53
ŞEHBA

Çavkaniyên ji kantona Efrîna dagirkirî dan zanîn ku li navçeya Mabetayê ji çend rojan ve rewşeke aloz û seferberiyeke leşkerî heye.

Li gorî çavkaniyan, sedema wê jî parvekirina mal û milkê koçberên Efrînê yên di bin destê çeteyên "Ehrar El Şam" de ye.

Her wiha diyar kirin kir çeteyên "Emşat" êriş gelek xaniyên koçberên Efrînê yên di bin destê çeteyên "Ehrar El Şam" de kirine û dest danîne ser wan xaniyan.

(mh/şx)

ANHA