Nerazîbûnên li hember êrişên dagirkeriyê berdewam in

Welatiyên Reqa û kantona Qamişloyê, êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew ê li hember tevahî êrişên li dijî herêmê, li ber xwe bidin.

Nerazîbûnên li hember êrişên dagirkeriyê berdewam in
Nerazîbûnên li hember êrişên dagirkeriyê berdewam in
18 hezîran, 2023   14:28
QAMIŞLO

Nerazîbûnên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin. Şaxên Kongra Star ên navçeyên Til Hemîs û Til Koçerê yên kantona Qamişlo, êrişên dewleta Tirk a dagirker bi du daxuyaniyên cuda şermezar kirin.

Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker piştî hilbijartinan êrişên xwe yên li dijî herêmê zêde kirin ku heta nexweşxane jî kirin hedef.

Her wiha hat destnîşankirin ku gelê herêmê dê li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker û komployên Erdoganê faşîst li ber xwe bidin.

Di daxuyaniyan de bang li NY, Rûsya û hêzên garantor ên li Sûriyeyê hat kirin ku helwestên xwe li hember van êrişan zelal bikin û qedexeya hewayî li herêmê ferz bikin, hêzên navneteweyî bişînin herêmê ji bo ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê rawestin.

Di heman çarçoveyê de jin û endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya, meclisên sivîl, leşkerî û partiyên Reqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin û destnîşan kirin ku hemwextî ragihandin Rêveberiya Xweser ku dê çeteyên DAIŞ`ê darizîne dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî herêmê zêde kirin.

Her wiha rêxistinên jinan, îşaret pê kirin ku li herêmên dagirkirî sûcên kuştin, revandin, destavêtin li dijî xelkê wan herêman pêk tên.

Ji ber wê bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku bêdeng nemînin û qedexeya hewayî li herêmê ragihînin.

Rêxistinên jinan bang li gelê herêmê kir ku li hember êrişên dagirkeriyê hevgirtî û baldar bin û têkoşînê mezin bikin.

(şx)

ANHA