Geşedanên siyasî ji şêniyên Hesekê re hatin şîrovekirin

PYD'ê bi du civînan geşedanên siyasî ji şêniyên bajarê Hesekê re şîrove kirin.

Geşedanên siyasî ji şêniyên Hesekê re hatin şîrovekirin
Geşedanên siyasî ji şêniyên Hesekê re hatin şîrovekirin
Geşedanên siyasî ji şêniyên Hesekê re hatin şîrovekirin
Geşedanên siyasî ji şêniyên Hesekê re hatin şîrovekirin
Geşedanên siyasî ji şêniyên Hesekê re hatin şîrovekirin
Geşedanên siyasî ji şêniyên Hesekê re hatin şîrovekirin
Geşedanên siyasî ji şêniyên Hesekê re hatin şîrovekirin
17 hezîran, 2023   13:20
HESEKÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ji bo nirxandinên geşdanên dawîn yên li ser asta herêmê,  civînek li Hola Serdem a taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê li dar xist.

Di civîna ku bi dehan şênî tevlê bûn de hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat geşdanên siyasî nirxandin û wiha got: "Dewleta Tirk a dagiker di nava bêdengiya hêzên navneteweyî de êrişî herêmê dike. Bi van êrişan dixwaze herêmên me dagir bike û gelê me koçber bike."

Berekat anî ziman ku tevahî pêkhateyên herêmên Rêveberiya Xweser bi yekdestî planên dijminan têk birin û wiha domand: "Projeya Rêveberiya Xweser ji sûriyeyiyan re bû projeyeke demokratîk û hewl dide çareyeke Sûriyeyî-Sûriyeyî pêk bîne."

Berekat bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku destwerdanê bikin û dawî li êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bînin.

Civîn bi diruşmên silavkirina berxwedana gelan bi dawî bû.

Li Hola Reşo jî bi beşdarbûna bi dehan şêniyên bajar mîna vê civînê hate lidarxistin.

(fr)

ANHA