Gundên Şera, Şêrawa û Şehbayê tên topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker gundên Şera, Şêrawa û Şehbayê daye ber topan.

Gundên Şera, Şêrawa û Şehbayê tên topbarankirin
17 hezîran, 2023   12:55
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker gundên Bênê, Soxanekê û Aqîbê yên navçeya Şêrewayê, gundên Tinib û Tat Meraş yên navçeya Şera ya herêma Efrînê topbaran dike.

Di heman demê de gundên Til Anab û derdora gundê Til Cîcan ên kantona Şehbayê daye ber topan.

Ji ber topbaranê li gundê Til Anab agir bi zeviyên hemwelatiyan ketiye.

Topbaran heta van kêliyan berdewam dike.

(bb)

ANHA