Şedadî ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê bi meşekê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xwest.

Şedadî ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Şedadî ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Şedadî ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Şedadî ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Şedadî ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Şedadî ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
17 hezîran, 2023   12:41
HESEKÊ

Li dijî tecîrd û cezayê dîsîplînê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê meşek li dar xist.

Piştî meşê li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê mîtîngek li dar ket. Ji rêveberên PYD'ê Rafet El Derwîş axivî û bal kişand ser sûc û binpêkirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: "Dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, nahêle malbat û parêzer serdana wî bikin. Ev li dijî hiqûqa mafên mirovan e. Divê em serî hildin û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî xurt bikin."

Çalakî bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(bb)

ANHA