Li Xertûmê 17 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişa hewayî ya li Xertûmê ya Sûdanê de 17 kes hatin kuştin.

Li Xertûmê 17 kes hatin kuştin
17 hezîran, 2023   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Tenduristiyê ya Xertûmê bi daxuyaniyekê da zanîn ku herêma Yermûk ya başûrê Hîzamê hate bombebarankirin, di encamê de sivîl bûne qurbanî.

Her wiha daxuyand ku li gorî agahiyên destpêkê bi giştî 17 kes hatine kuştin û 25 mal hatine wêrankirin.

Hêzên Piştevaniya Lezgîn vê sibehê ragihandibû ku balafireke artêşê ya ji cureya MIG xistiye xwarê û diyar kiribû ku balafirên artêşê êrişî gelek taxên li başûrê Xertûmê wekî Mayo, Yermûk û Mandella kir û di encamê de bi dehan kuştî û birîndar hene.

(fr)