Xebatkarên tenduristiyê êrişa li ser Nexweşxaneya Til Rifetê şermezar kir

Xebatkarên tenduristiyê yên kantona Efrîn û Şehbayê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Nexweşxaneya Til Rifetê şermezar kir û bang li Xaça Sor a NY'yê kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker erkên xwe yên mirovî bi cih bînin.

Xebatkarên tenduristiyê êrişa li ser Nexweşxaneya Til Rifetê şermezar kir
17 hezîran, 2023   12:22
ŞEHBA

Bi dehan xebatkarên nexweşxaneyên Til Rifet û Avrîn, endamên Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê û endamên Rêxistina Heyva Sor a Kurd li pêş Nexweşxaneya Til Rifetê kom bûn û têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Nexweşxaneya Til Rifetê daxuyanî da.

Endama desteyê Zehîde Mistefa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de sûcê dagirkirina Efrînê ya ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, koçberkirina bi sed hezaran xelkê wê di 2018′an de, temamkirina sûcên li dijî xelkê li Efrînê mayî û avakirina avahiyên mêtingeriyê hatin şermezarkirin û hate gotin: "Zêdetirî 5 salan e dewleta Tirk a faşîst di hedefgirtina koçberan li herêmên Şehbayê de dewam dike, da ku careke din koçber bibin.

Armanca sereke ji dijwariya êrişên dawî, ew e ku şertên jiyana xwezayî li erdnîgariya koçberiyê bi dawî bibin. Ji ber dewleteke teror weke dewleta Tirk ne xem e ku welatî, nexweşxane û saziyan bombebaran û topbaran bike.

Hedefgirtina Nexweşxaneya Til Rifetê binpêkirina tevahî qanûnên navneteweyî ye.

Bi navê tevahî xebatkarên qada tenduristiyê ya Şehbayê em êrişên dijminane li dijî saziyên tenduristiyê yên xizmeta bi hezaran nexweşiyan dike, şermezar dikin. Divê tevahî saziyên têkildarî mirovahiyê, bi taybet Xaça Sor a NY'yê û aliyên hiqûqî yên têkildar ji bêdengiya xwe derkevin û bi erkên xwe yên mirov û exlaqî rabin.”

(fr)

ANHA