​​​​​​​Xelkê Kobanê: Balafirên dijmin me natirsînin

Xelkê Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya topbaran û bombebaranên xwe yên rojane li ser herêmê şêniyan bide koçberkirin û got “balafirên dijmin me natirsînin” û dê li ber xwe bidin.

​​​​​​​Xelkê Kobanê: Balafirên dijmin me natirsînin
17 hezîran, 2023   02:40
KOBANÊ

Têkildarî êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertekên gel zêde bûn. Ajansa me nêrînên şêniyên Kobanê li ser êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kobanê, herêmên Minbicê, Şehba û herêma Cizîrê girtin.

Welatiyê bi navê Mihemed Meşel got dewleta Tirk a dagirker hewl dide gelê Kurd qir bike û armanca wê eşkere ye û wiha domand: "Dewleta Tirk bi rêya topbaran û bombebaranên ketober ên li dijî welatî û cihên stratejîk siyaseta tirsandina civakê dimeşîne. Bi wê re wan neçarî koçberiyê bike. Dewleta Tirk texmîn dike ku bi vê yekê dê gel li ber du rêyan bihêle; yan ew ê rûbirûyî êrişan bin an jî li hember çarenûsa nediyar a koçberiya ber bi dewletên din ve bin. Lê peyama me eşkere ye, ew jî berxwedan e. Divê gel li hember dijmin hevgirtî be û planên dijmin têk bibin."

Welatiya bi navê Wedhe Reşîd jî got: "Li hember siyaseta qirkirina gelê Kurd, divê em parastina xak û destkeftiyên şoreşa xwe bikin. Dewleta Tirk şerekî li dijî me dimeşîne û em amade ne. Ji lew re ji bilî berxwedanê tu rê li pêş me tune ne."

Welatiyê bi navê Merwan Ebdulwehab Bozan jî wiha got: "Balafirên dewleta Tirk a dagirker me natirsînin. Helwesta me eşkere ye û em xaka xwe bernadin. Em piştgiriyê didin hêzên xwe yên leşkerî, ji ber ku ew parêzvanên vî welatî ne."

(fr)

ANHA