​​​​​​​Pûtîn û Netanyahu serdana Tirkiyeyê dikin

Cîgirê Pûtîn got dê Pûtîn serdana Tirkiyeyê bike. Her wiha li gorî raporan di navbera Til Avîv û Enqereyê de têkildarî serdana Netanyahu ji Tirkiyeyê re di çend hefteyên bê de, dan û standin tên kirin.

​​​​​​​Pûtîn û Netanyahu serdana Tirkiyeyê dikin
16 hezîran, 2023   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê serokê Rûsyayê Yuri Ushakov ragihand ku dê serok Vladimîr Pûtîn li ser vexwendineke ji hempîşeyê xwe yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, serdana Tirkiyeyê bike.

Yuri Ushakov got serokê Tirkiyeyê diyar kir ku wî serokê Rûsyayê ji bo serdana Tirkiyeyê bike vexwendiye lê hîna dema wê diyar nebûye.

Girêdayî mijarê rojnamevanekî îsraîlî Barack David got di navbera nivîsgehên Netanyahu û serokkomarê Tirkiyeyê Recap Tayyîp Erdogan de têkildarî serdanê dan û standin tên kirin.

(fr)