YPG: Hevrêyê me Ciwan Oso di êrişa dewleta dagirker de şehîd bû

YPG’ê da zanîn ku di 14 Hezîranê de şervanê wan Ciwan Oso dema ku ji bo betlaneyê diçû cem malbata xwe, bi rê de artêşa Tirk êrişeke hewayî lê kiriye û tevî 2 welatiyên din şehîd bûye.

YPG: Hevrêyê me Ciwan Oso di êrişa dewleta dagirker de şehîd bû
16 hezîran, 2023   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şehîdekî aşkera kir.

Navendê da zanîn ku şervanê wan Ciwan Oso li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de tevî 2 welatiyên din şehîd bûye.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker di 14’ê Pûşperê de, li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê wesayîtek kir hedef. Di êrişê de tevî 2 welatparêzên me, şervanê me bi nasnav Ciwan Oso şehîd bû. Hevalê me Ciwan ji ber betlaneyê diçû malê.

Rastiya ku armanc û hedefên dewleta Tirk a dagirker ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagirkirina herêmê ye, bi êrişên hewayî yên dawîn careke din rûyê xwe yê rast nîşan da. Ji aliyê din ve dîrok dizane ku wek hêzên YPG, YPJ û QSD’ê bi taybet gelê me yê herêmê ji destpêka şoreşa xwe ve em li hemberî tu êrişên dagirkeriyê bê deng neman. Ne berxwedana ku me di navbera salên 2013-2016’an de li dijî çeteyên dewleta Tirk destek dike, ne jî berxwedana ku me li dijî dewleta Tirk a dagirker li Efrîn, Serêkaniyê û herêmên din ên dagirkirî nîşan da, nayê jibîrkirin û di bîranînên me de zindî ne.

‘XELEKA DAWÎN A BERXWEDANÊ’

Lehengên van berxwedanan gelê me yê welatparêz û zarokên wan yên nemir in. Kal û ciwan, jin û mêr, bi kurtasî hemû gelê me ji heft heta heftê salî para herî girîng a vê berxwedanê ye û her yek ji me bi girêdanên neşikestî zengila vê berxwedanê ava dike. Xeleka dawî ya berxwedana me xurt kiriye, hevrêyê me Ciwan e.

Hevrêyê me Ciwan ku li bajarê Serêkaniyê yê ku ji destpêka şoreşa me de rastî gelek êrişên dagirkeriyê û qada berxwedanê hatiye, di zarokatiya xwe de bûye şahidê van êrişên dagirkeriyê û berxwedanê. Dema ku bajar herî dawî di sala 2019’an de hat dagirkirin, neçar ma tevî malbata xwe koçî bajarên din bike, ji ber ku wî armanc û hedefên rastîn ên dagirkeran dizanibû. Dema ku gihîşt temenê mezinbûnê, li ser hesta welatparêziyê ya ku ji malbatê girt û bi vê hesta welatparêziyê xwe li hember welatê xwe û gelê xwe berpirsyar dît.

‘XEYAL Û BÎRANÎNÊN CIWAN DÊ BIBIN RÊBER’

Hevrê Ciwan ku hesreta wî ya herî mezin vegera li bajarê xwe bû, biryar da ku beşdarî şerê me yê berxwedanê yê li dijî dagirkeran bibe. Di biryardayîna wê de nasîna gelek lehengên li ser vê axê derketibûn ku li hember zilm û zordariyê bêdeng nemabûn. Hevrê Ciwan wek navê xwe ciwan bû, di heman demê de kesayetek mûtewazî û sade bû û di beşdarbûna xwe ya jiyanê da helwestek fedakar nîşan da. Wî hewl da ku bi ceribandina jiyanê bêtir fêr bibe. Ji bo pêşerojê xwe pêşxistinê de hewldanek mezin da lê mixabin şehadeta wî ew xeyalên wî nîvço hiştin. Xeyal û bîranînên hevrêyê me Ciwan dê di têkoşîna dijwar ya li dijî dagirkeran de bibe rêberek. Em di şexsê wî de soza ku me daye tevahî şehîdên xwe yên leheng dûbare dikin.

Em di serî de sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrêyê me Ciwan û ji hemû gelê me yê welatparêz re dixwazin.”

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nasnav: Ciwan Oso
Nav û Paşnav: Ciwan Oso
Navê Dayikê: Şehnaz
Navê Bav: Ekrem
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo, 14 Pûşper 2023.