Urdinê balafireke bêmirov xiste xwarê

Artêşa Urdinê ragihand ku balafireke bêmirov ku tê de parçeyên çekan hebûn û ji Sûriyeyê dihat, xistiye xwarê. Ev balafir piştî 3 rojan a xistina balafireke bêmirov ku tê de hişbir hebû, hate xistin.

Urdinê balafireke bêmirov xiste xwarê
16 hezîran, 2023   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Petra ya Urdinê, artêşa Urdinê vê sibehê balafireke bêmirov ku tê de parçeyên çekan hebûn û ji Sûriyeyê dihat, xiste xwarê.

Çavkaniyekî leşkerî yê di Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar a Urdinê de got hêzên nobetdarên sînor bi hevkariya saziyên ewlehiya leşkerî re destnîşan kir ku balafireke bêmirov ji aliyê Sûriyeyê sînorê Urdinê derbas kir û li hundirê Urdinê hate xistin.

Çavkanî diyar kir ku piştî balafir hate xistin, diyar bû ku tê de parçeyên çekan hebûn û ew tiştên hatine desteserkirin birin aliyên têkildar.

Artêşa Urdinê sêşemê ragihandibû ku balafireke bêmirov ku tê de madeyên hişbir hebûn û ji aliyê Sûriyeyê dihat, hatiye xistin.

(fr)