​​​​​​​‘Gel li ber çîrokên civaka navneteweyî û mafên mirovan tê kuştin'

Xelkê Reqayê bang li NY`yê û hêzên navneteweyî kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li djiî herêmê bikevin nava liv û tevgerê û rê li dewleta dagirker bigirin.

​​​​​​​‘Gel li ber çîrokên civaka navneteweyî û mafên mirovan tê kuştin'
13 hezîran, 2023   12:02
REQA

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Reqayê li djiî sûcên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê yên li djiî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meşek li dar xist.

Bi sedan şêniyên bajêr, şêx û rûspiyên eşîran, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, ciwanên Reqayê, Yekitiya Jinên Ciwan, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên li bajêr beşdarî meşê bûn.

Beşdar ji pêşiya Parka 7`ê Nîsanê ber bi Çerxerêya Neîm ve meşiyan.

Meşvanan dirûşmeyên “Girê Spî azad e, dagirker derkevin derve” û “Na ji qetilkirina zarokan re” berz kirin.

Li Çerxerêya Neîm girse kom bû û berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Fida El Meşleb daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em ji çîrokên civaka navneteweyî û mafên mirovan bêzar bûn. Ev awazên ku li ber wan mirov tên qetilkirin. Sûcên hovane û terora rejîma Tirk, rûyê rastîn ê civaka navneteweyî eşkere kir û ew xist xana şirîkatiyê û komplogerê li dijî gelên ku ji bo azadî û rûmet û aştiyê tê dikoşin.”

Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Qirkirinê rawestînin. Dê rêwîtiya me ya aştiyane heta pêkanîna armancên me yên rewa dewam bike.”

Mîtîng bi dirûşman bi dawî bû.

(c)

ANHA