Komxebata li Lubnanê didome

Di rûniştina yekemîn a Komxebata ‘Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk-rêya aştiyê’ de, axêveran bal kişand ser aloziya global, girîngiya rêveberiya gel û rêveberiya bêyî girêdayîbûna bi tu aliyan ve.

Komxebata li Lubnanê didome
Komxebata li Lubnanê didome
Komxebata li Lubnanê didome
Komxebata li Lubnanê didome
Komxebata li Lubnanê didome
Komxebata li Lubnanê didome
Komxebata li Lubnanê didome
Komxebata li Lubnanê didome
Komxebata li Lubnanê didome
Komxebata li Lubnanê didome
13 hezîran, 2023   12:36
BEYRÛT

Rûniştina yekemîn a komxebatê ya bi sernavê “Aloziya global, sedem û encamên wê, bandorên aloziyê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, bandora aloziyê li Lubnanê, rêbazên çareseriyê, doza rêveberiyê li Rojhilata Navîn" ji aliyê rojnamevanê lubnanî Fadî Şehwan ve hat birêvebirin.

Di rûniştinê de, gerînendeyê Navenda Lêkolînan a Firatê Silêman Îlyas axivî û behsa aloziyên li herêmê, bi taybet aloziya aborî kir. Îlyas destnîşan kir ku rejîma global di hemû astan de ketiye nava aloziyê û got: “Ji dema destpêkirina aloziya darayî ya cîhanê di dawiya 2008`an de, cîhan bi bandorên wê re rû bi rû ye. Aloziya deynan a aboriya welatên Ewropayê gefên cidî li hebûna Yekitiya Ewropayê dixwin. Çarenûsa dolar jî ne diyar e, dolar li gel bandora aborî ya paşketî ya Amerîkayê, pêbaweriya xwe ji dest daye.”

Wezîrê berê yê lubnanî Yûsif Selamê jî destnîşan kir ku lihevkirina Erebistana Siûdî-Îranê, lihevkirina aştiyê li Rojhilata Navîn ava dike û ev yek dê bandorê li hevsengiya hêzan bike û got: “Li Lubnanê pabendiyeke çavkorî heye. Pêşengên li vir ji bo erêkirina hêzên rojavayî û welatên Ereban, ketine nava pêşbirkê. Ev jî nexweşiyek e ku dermankirina wê nîn e û derbeyê li otorîteya Lubnanê dide.”

Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif jî axivî û bal kişand ser komploya li dijî rêveberan û Rêber Abdullah Ocalan wekî nimûne destnîşan kir. Foza anî ziman ku rêveberiya heyî ya li Rojhilata Navîn xwedî feraseta olperestî û cînsiyetperest e û wiha dom kir: “Kesayetên ku dikarin rêveberiyê bikin, dikin hedef. Mîna ku laş bê serî bihêlin.”

Serokê Foruma Şerq a Pirrengiyê Kemîl Alfred Şamûn jî bal kişand ku kolana Lubnanê ji ber desthilata heyî tevlihev e û parçebûna tayîfî lê heye û got: “Bo nimûne, tîmeke sporê ya girêdayî tayîfetekê bi ser bikeve, li Lubnanê xwepêşandan dest pê dikin.”

Damezirînera Komeleya “Beyrût El Sumûd” Reşa Îtanî jî diyar kir ku berê pirrengî (Îslamiyet û Xiristiyanî) dihatin qebûlkirin, lê li Lubnanê di asîmîlasyonê de israr dikin.

Rojnamevanê ji Lubnanê Michael Muhanna jî behsa kanalên televîzyonê yên ku gel kontrol dikin, kir û got: “Ev kanalên partiyan in, mejiyê hemwelatiyê tayîfî kontrol dikin. Yan jî kanalên olî ye, ev jî xeternaktir e. Nûçeyên belav dikin ên partiyan lê bi rengekî olî ne, mîna ku ji asîman daketibe û tu kes nikaribe red bike. Dezgehên çapemeniyê ku propagandaya gewr dikin jî hene, hinekî jî ragihandina bêalî ye ku nûçeyê wekî ku heyî vediguhêze. Divê têgihîştineke çapemeniyê û têgihîştina ferdî hebin.”

(c)

ANHA