Dozên jinan bûn mijara werşeyeke kar li Tebqayê

Navenda Lêkolînên Jineolojî û Komîteya Perwerdeyê ya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê werşeyeke kar ji bo 3 rojan bi beşdariya 30 endamên saziyên jinan ên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî dest pê kir.

Dozên jinan bûn mijara werşeyeke kar li Tebqayê
11 hezîran, 2023   16:19
TEBQA

Navenda Lêkolînên Jineolojî û Komîteya Perwerdeyê ya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê ji bo nîqaşkirina jineolojî û dozên girêdayî jinan werşeyeke kar dest pê kir ku dê 3 roja bidome.

Werşeya kar li hola Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê li dar ket û tê de nûnerên rêveberiya sivîl, Yekitiya Jinên Ciwan û komîte û nivîsgehên jinan beşdar bûn.

Mijara îro ya werşeya kar hevjiyana azad, zayendperestî û girîngiya jineolojiyê bû. Der barê xebatên Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Tebqayê de sinevizyonek hat pêşandan.

Di çarçoveya werşeyê de, rêvebera Navenda Lêkolînên Jineolojî Mariya Mûsa destnîşan kir ku ev werşeya kar dê 3 rojan bidome, ji îro heta roja 13'ê Hezîranê û diyar kir ku tê de 30 endamên sazî û nivîsgehên jinan ên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî beşdar in.

Mariya wiha domand: "Mijara roja duyemîn jî dê pêdiviya civakê bi jineolojiyê be, her wiha dê beşdar li 6 koman bên dabeşkirin da ku her komek mijarekê ji xwe re hilbijêre û wê mijarê bi navê 'ev mijara min e' nîqaş bike. Di roja sêyemîn de jî dê mijarên ku hatine behskirin careke din bên nîqaşkirin û encamnameyek bê dayîn."

Armanc ji lidarxistina werşeya kar ew e ku jin bikarin bi rêya panelên wiha xwe bi rêxistin bikin, semîneran bidin û têgehên rast veguhêzin hemû jinên saziyan û yên derveyî saziyan jî.

(mh/şx)

ANHA