Şêniyên Efrîn û Şehbayê: Em ê xwîna keç û xortên xwe li erdê nehêlin

Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê nerazîbûna xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya Rûsya û hikumeta Şamê nîşan da û destnîşan kir ku ew ê dev ji xaka xwe bernedin û tola şehîdan hilînin.

Şêniyên Efrîn û Şehbayê: Em ê xwîna keç û xortên xwe li erdê nehêlin
11 hezîran, 2023   17:00
ŞEHBA

Bi hezaran koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şehbayê û bêdengiya Rûsya û hikumeta Şamê ya li hember wan êrişan şermezar kirin.

Xwepêşandêran nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Emîne Dîngilî destnîşan kir ku şêniyên Efrînê dê van êrişan têk bibin û xwîna keç û xortên xwe li erdê nehêlin û dê tola wan hilînin.

Emîne Dîngilî bêdengiya Rûsya û hikumeta Şamê ya li hember van êrişan şermezar kir û got: "Em ê her dem li qadan bin û têkoşîna xwe bidomînin."

Zozan Hec Xelîl got: "Me tu carî serî netewandiye, em ê her piştgiriyê bidin keç û xortên xwe."

Zozan Hec Xelîl wiha zêde kir: "Şerm e ku hikumeta Şamê li hember êrişên li dijî xaka wê bêdeng e."

Welatiya bi navê Gulê jî destnîşan kir ku divê kuştin, talankirin, qirkirin û êriş bên rawestandin û got: "Em ji bo kirîza Sûriyeyê çareseriyekê dixwazin."

Welatiyê bi navê Şêx Ednan êrişên dewleta Tirk a dagirker ku di encama wan de xortên wan şehîd bûn, şermezar kirin.

Welatiyê bi navê Mihemed Bêrem jî wiha axivî: "Ew nikarin berxwedan û doza me bi vî awayî têk bibin, em ê ji dewleta Tirk a dagirker hesabê bixwazin û tola şehîdên xwe hilînin."

(mh/şx)

ANHA