​​​​​​​Qanûna Malbatê di panelekê de hat nîqaşkirin

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Ji bo pêşerojeke malbatî ya baş û civakeke hevgirtî" paneleke diyalogê ji bo nîqaşkirina qanûna malbatê li dar xist.

​​​​​​​Qanûna Malbatê di panelekê de hat nîqaşkirin
11 hezîran, 2023   16:11
REQA

Panel li hola civînan a zanîngeha Şerq a bajarê Reqayê bi beşdariya endamên Meclisa Jinên Sûriyeyê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, nivîsgehên jinan ên partiyên siyasî, Meclisa Sivîl a Reqayê, rêxistinên jinan, rêxistinên civaka sivîl û Meclisa Idliba Kesk hat li dar ket.

Di serî de seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Umer bixêrhatina beşdaran kir û bal kişand ser rola dîrokî ya jinan di pêşxistina rêbazên jiyanê de û mafên wan ên tunekirî û tundiya li ser wan û got: "Jin bi fikr, têkoşîn û rizgariya xwe bihêz in û ew dê ji bindestiyê xelas bibin û jiyaneke birûmet li gor xwe û civaka xwe ava bikin."

Piştre sînevîzyonek li ser qanûna malbatê û rêbazên parastina malbatê hat pêşandan.

/ar/uploads/files/2023/06/11/135648_ndwh-hwaryh-fy-jamah-alshrq-lmnaqshh-qanwn-alasrh-fy-mdynh-alrqh-28429.webp

Piştî wê, qanûna malbatê ku ji 40 madeyên girêdayî zewac, berdan, xwedîkirina zarokan, lêçûn, zewicandina zarokan, hevjiyanê û madeyên din pêk tê, hat nîqaşkirin.

Deriyê nîqaşê li ber beşdaran hat vekirin ku seroka Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Wela El Nacî destnîşan kir ku dema malbat birêxistinkirî be wê demê tu pirsgirêk û nakokî di wê malbatê de çênabin.

Her wiha, endama Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Feyrûz Xelîl got: "Divê qanûna malbatê ji bo misogerkirina mafên jinan û tunekirina hişmendiya baviksalariyê ya li dijî wê, bê pêkanîn."

Berdevka Meclisa Jinan a zanîngeha Şerq Newroz Muslim pirsên beşdaran bersivandin û piştrast kir ku pêkanîna qanûna malbatê dê ji bo jinan bisûd be, nexasim di aliyê qedexekirina zewicandina zarokan û kêmkirina rêjeya berdanê de.

(mh/şx)

ANHA