Dewleta Tirk gundewarê Eyn Îsayê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Kampa Eyn Îsa ya berê û rêya navneteweyî bi çekên navîn topbaran dike.

Dewleta Tirk gundewarê Eyn Îsayê topbaran dike
7 hezîran, 2023   14:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, rêya M4 û kampa Eyn Îsa ya berê bi çekên navîn topbaran dike.

Di encamê de agir bi hin herêman ket. Lê tîmên agirkujiyê ji ber topbaranê nekarî xwe bigihînin cihê topbaranê.

(şx)