Klîpek rastiya gelêrî û folklorî ya Qamişlo vediguhêze

Bi gotin, awaz û dîmenên hunerî çand û folklora şêniyên Qamişlo û rastiya evîna dirust tê veguhastin, di vê çarçoveyê de studyo şehîd Welat (HUNERGEHA WELAT) bi hevkariya saziya folklorî ya Pargîn kilîpeke nû derxist.

Klîpek rastiya gelêrî û folklorî ya Qamişlo vediguhêze
Klîpek rastiya gelêrî û folklorî ya Qamişlo vediguhêze
Klîpek rastiya gelêrî û folklorî ya Qamişlo vediguhêze
Klîpek rastiya gelêrî û folklorî ya Qamişlo vediguhêze
Klîpek rastiya gelêrî û folklorî ya Qamişlo vediguhêze
Klîpek rastiya gelêrî û folklorî ya Qamişlo vediguhêze
Klîpek rastiya gelêrî û folklorî ya Qamişlo vediguhêze
7 hezîran, 2023   17:26
QAMIŞLO

Careke din Hunergeha Welat û saziya folklorê ya Pargîn berhemeke nû derxist, ku bi rêya wê berhemê rastiya dîrokî ya gelê Kurdistanê û berxwedana wan a li hember qirkirin û komkujiyan nîşan didin.

Ji taxên bajarê Qamişlo anku wek ku şêniyên wê jê re dibêjin "Bajarê Evînê" herdu saziyên hunerî rastiya gel û çand şêniyên bajêr û evîna dirust bi rêya kilîpekê nîşan dan.

Hunermend Îbrahîm Feqê û Şêro Hindê gotinên stranê nivîsîne û awazên wê ji aliyê Mehmûd Berazî ve hatine çêkirin û ji derhêneriya Şêro Hindê ye. Hunermendên Hunergeha Welat bi karê kilîpê rabûne.

Dîmenên kilîpa bi navê "Li Qamişlo li ber derî" li taxên Xanîka, Bişêriyê, Hilko û Aşê Bozî hatin kişandin.

/ar/uploads/files/2023/06/07/162007_kawa-khald.webp

Der barê armancên kilîpê de endamê Hunergeha Welat Kawa Xalid destnîşan kir ku piraniya berhemên wan û yên saziya folklorê ya Pargîn rastiya berxwedana şoreşgerî nîşan didin.

(mh/şx)

ANHA