​​​​​​​Li Çilaxa 15 donim genim şewitîn

Li bakurê Çilaxa ya Qamişloyê nêzî 15 donim genim şewitî.

​​​​​​​Li Çilaxa 15 donim genim şewitîn
7 hezîran, 2023   12:04
QAMIŞLO

Beriya çend kêliyan agir bi zeviyeke çandiniyê ya li nêzî gundê Bagirwan ê bakurê Çilaxayê ket, lê sedema şewatê nehat zanîn.

Welatî, HPC′ê û Foza Agirkujiyê şewat kontrol kir û beriya agir bi zeviyên derdorê bikeve, vemirand. Di encama şewatê de nêzî 15 donim genim şewitî.

(fr)

ANHA