Çalakvanên medyaya dîjîtal banga bidawîkirina dorpêçê kir

Çalakvanan şeva berê li ser medyaya dîjîtal hashtaga ‏#‏lifttheembargovsshehba‏‏ a ji bo bidawîkirina dorpêça li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê da destpêkirin.

Çalakvanên medyaya dîjîtal banga bidawîkirina dorpêçê kir
Çalakvanên medyaya dîjîtal banga bidawîkirina dorpêçê kir
Çalakvanên medyaya dîjîtal banga bidawîkirina dorpêçê kir
Çalakvanên medyaya dîjîtal banga bidawîkirina dorpêçê kir
Çalakvanên medyaya dîjîtal banga bidawîkirina dorpêçê kir
Çalakvanên medyaya dîjîtal banga bidawîkirina dorpêçê kir
Çalakvanên medyaya dîjîtal banga bidawîkirina dorpêçê kir
Çalakvanên medyaya dîjîtal banga bidawîkirina dorpêçê kir
7 hezîran, 2023   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Bikarhênerên Twitter û Facebookê şeva berê saet ji 21:00′ê ve hashtaga ‏‎#‎‏lifttheembargovsshehba ji bo bidawîkirina dorpêça li ser Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê parve kir.

Çalakvan Ebas Xelef hashtag tevî wêneyê zarokê bi navê Reşmar Reşo parve kir û wiha nivîsî: "Hikumeta Sûriyeyê bi rêya ferzkirina dorpêçê li ser herêmên Heleb û Şehbayê di pêkanîna Qanûna Qeyser de beşdar e."

Nivîskar Dijwar Axa tevî hashtagê wêneyên êşên welatiyên li kampên Şehbayê parve kirin û wiha nivîsî: "Erka me ya wefadariya bi şêniyên Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re em dengê xwe bilind bikin û ji bo bidawîkirina dorpêçê em bixebitin."

Artêş Mihemed jî tevî hashtagê wêneyê dorpêçê parve kir û wiha nivîsî: "Dewama dorpêçê ji aliyê hikumeta Şamê ve li dijî Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve beşdariya di siyaseta qirkirinê de ye."

Baqî Kara Denîz nivîsek bi zimanê tirkî parve kir û wiha nivîsî: "Li pêş çavê cîhanê, gelek kes tên tecrîdkirin. Ew kesên çav li ser wê yekê digirin, sûcên dermirovî pêk tînin."

Navenda Firatê ya Ragihandinê Îhtiyatî tevî hashtagê nivîsek parve kir û got armanca dorpêçê yek e, ew jî zexta li ser koçberên Efrînê ye da ku ji Şehbayê koçber bin û herêmê bihêlin, ji xak û bajarê xwe Efrînê bi dûr bikevin."

Soran Mela Hesen jî wiha nivîsand: "Lîwaya 4′an a hikumeta Şamê dorpêça li ser taxên rojhilatê Helebê û kantona Şehbayê dewam dike û bi qedexeya derbasbûna sotemenî, pêdiviyên bingehîn û dermanan ji herêmê re êşên welatiyan zêde dike."

Hashtag dê îşev saet di 21:00′an de bi dawî bibe.

Hikumeta Şamê ji zêdetirî 5 salan ve dorpêçê li ser Şehba û her du taxên Helebê ferz dike û di Tebaxa 2022′yan de girantir kiriye, nahêle pêdiviyên bingehîn, sotemenî û derman derbas bikevinê.

(fr)

ANHA