​​​​​​​Komîteya Jinan panelek li dar xist

Ji bo xurtkirina jinan, pêkanîna wekhevî û geşkirina rastiyê di civakê de, Komîteya Jinan a Meclisa Gel a Hecînê panelek bi sernavê "Mîna şopa tiliya min, kesayeta min naşibe tu kesî" li dar xist.

​​​​​​​Komîteya Jinan panelek li dar xist
​​​​​​​Komîteya Jinan panelek li dar xist
​​​​​​​Komîteya Jinan panelek li dar xist
​​​​​​​Komîteya Jinan panelek li dar xist
7 hezîran, 2023   12:50
DÊRAZOR

Komîteya Jinan a Meclisa Gel a Hecînê bi sernavê ′Mîna şopa tiliya min, kesayeta min naşibe tu kesî′ panelek li dar xist. Di panelê de nûnerên meclisên herêmê, endamên saziyên sivîl, komîteyên jinan û Kombûna Jinan a Zenûbiya ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê beşdar bûn.

Di panelê de hevseroka Meclisa Gel a Hecînê axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

Di panelê de rola jinan di pêşdeçûna demokrasiyê de, nîqaşên li ser têgehên jiyana hevbeş û wekheviya her du zayendan rojev bûn.

Di vê çarçoveyê de, endama rêveber a Komîteya Jinan a Meclisa Gel a Hecînê Xîtam Hido li ser rola dîrokî ya jinan di pêşketina civakan de axivî û wiha got: "Jina bihêz dikare xwe bigihîne rêvebiriyê û rola xwe ya erênî di her cih û demê de pêk bîne."

Xîtam wiha domand: "Divê her ferdek alîkarî û desteka jinan bike û derfetê li pêş wan veke da ku rola xwe bi awayekî mezin di hemû aliyên çandî, civakî, siyasî û aborî de pêk bînin. Serkeftina jinan serkeftina civakan e û binkeftina wan binkeftina civakan e."

Di panelê de rola jinan a pêşeng di sektora çandinî, girêdayîna wê bi xakê û çandiniyê ve hate nîqaşkirin û hate gotin ku divê rola jinan were geşkirin û her tim alîkariya wan were kirin, ji wê zêdetir jî xebat li ser li zehmetiyên li pêşberî wan werin kirin.

Her wiha di nîqaşan de gavên ku jinan piştî 4 salan ji rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ′ê pêk anîne û piştî naskirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan, bûn rojev.

Panel bi pêşandana sînevîzyona li ser jiyane gelek şehîdên di oxira doza rizgariya jinan de canê xwe daye, bi dawî bû.

(fr)

ANHA