Li Şehbayê 5 gerîlayên YJA Starê hatin bibîranîn

Meclisa Malbata Şehîdan a Efrînê merasîma bîranînê ji bo şehîd Gulçiya Gabar, Pelşîn Newroz, Gulan, Hêjar Zozan û Leyla Amed ku li cih û demên cuda şehîd bûne, li dar xist.

Li Şehbayê 5 gerîlayên YJA Starê hatin bibîranîn
Li Şehbayê 5 gerîlayên YJA Starê hatin bibîranîn
Li Şehbayê 5 gerîlayên YJA Starê hatin bibîranîn
Li Şehbayê 5 gerîlayên YJA Starê hatin bibîranîn
Li Şehbayê 5 gerîlayên YJA Starê hatin bibîranîn
Li Şehbayê 5 gerîlayên YJA Starê hatin bibîranîn
Li Şehbayê 5 gerîlayên YJA Starê hatin bibîranîn
Li Şehbayê 5 gerîlayên YJA Starê hatin bibîranîn
Li Şehbayê 5 gerîlayên YJA Starê hatin bibîranîn
7 hezîran, 2023   10:26
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê li gundê Til Qirahê yê girêdayî kantona Şehbayê merasîma xiyabî ji bo şehîdên YJA Starê “Gul Çiya, Pelşîn, Gulan, Hêjar Zozan, Leyla Amed” ên ji Bakurê Kurdistanê, li dar xist. 

Şehîd Gulan di 7`ê Hezîrana sala 2002’yan de, şehîd Gulçiya Gabar û Pelşîn Newroz di 29'ê Nîsana 2019'an de, Hêjar Zozan di 16'ê Nîsana 2023`yan de û Leyla Amed jî di 11`ê Adara 2023’yan de şehîd bûne.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbata Şehîdan Şaziye Îbrahim wiha got: "Her pênc heval peşengên şoreşê ne. Şervanên me soz dan ku li hemberî tariyê, zordariyê û bindestiyê tê bikoşin, em jî soz didin ku em ê li ser şopa şehîdên xwe têkoşînê berdewam bikin."

Yadê Şaziye bal kişand ser têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan jî û got: “Dem dema azadiya Rêber Apo ye. Ji bo vê jî heta pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê dewam bikin."

Di dawiyê de jî wêneyên her 5 gerîlayên şehîd radestî dayikên şehîdan ên ji Efrînê hatin kirin.

(zş/c)

ANHA