Çeteyan welatiyekî din ji navçeya Cindirêsê revand

Çeteyên 'Polîsên Sivîl' yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker welatiyek ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê revand.

Çeteyan welatiyekî din ji navçeya Cindirêsê revand
6 hezîran, 2023   12:49
 ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên xwecihî hatine wergirtin, çeteyên 'Polîsên Sivîl' welatiyê bi navê Amir Muslim Silman (34) ê ji gundê Hecîler ê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê revandiye.

Silêman ê hatî revandin ber bi cihekî ne diyar ve hate birin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî xelkê Efrînê û xwezaya wê rojane sûc û binpêkirinan dikin.

(c)

ANHA