​​​​​​​Li Reqayê navendeke din a genim hat vekirin

Şirîketa Pêşxistina Çandinî ya Reqayê embareke din a wergirtina genim vekir û plan dike ku ambareke din jî veke.

​​​​​​​Li Reqayê navendeke din a genim hat vekirin
6 hezîran, 2023   10:53
REQA

Li Reqayê wergirtina genim ji cotkaran 23'yê Gulana borî dest pê kir û hîna dewam dike.

Embarên genim ên Kalta ya li bakur û Selhebiyê ya rojava genim werdigirin. Rêveberiya Xweser buhayê her kîloyeke genim bi 43 sentan diyar kiribû.

Ji ber zexta li ser van embaran, Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê navenda zuhakirina genimê zer a li Reqayê jî ji bo wergirtina genim veqetand.

Hevserokê Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ya Reqayê Ehmed El Elî anî ziman ku her embarek têra 70 heta 80 hezar tonî dike. Her wiha diyar kir ku ew ê di çend rojên bê de embareke din ji bo wergirtina genim li gundê Şinênê yê bakurê Reqayê vekin.

(bb)

ANHA