Di êrişa dewleta Tirk de gerîlayekî YRK'ê şehîd bû

YRK'ê ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a 4'ê Hezîranê de li herêma Asosê gerîlayekî wan şehîd bûye.

Di êrişa dewleta Tirk de gerîlayekî YRK'ê şehîd bû
6 hezîran, 2023   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser êrişên hewayî yên 3 û 4'ê Hezîranê yên li herêma Asosê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di 3-4'ê Hezîranê de li herêma Asosê tevgera balafirên bêmirov çêbû û hate gotin: “Di 4'ê Hezîranê de li bejahiya gundê Gelale saet derdora 20:00 dema hevalên wan diçûn ser erkê xwe, êriş hate kirin. Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êriş kir.”

Hate ragihandin ku di encama vê êrişê de hevalekî wan şehîd bûye û dê nasnameya şehîd di rojên bê de aşkera bikin.