​​​​​​​Ji zarokên Efrînê strana 'Perperîk'

Koma Zarokan a girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê klîbeke nû bi navê ‘Perperîk’ derxist.

​​​​​​​Ji zarokên Efrînê strana 'Perperîk'
​​​​​​​Ji zarokên Efrînê strana 'Perperîk'
​​​​​​​Ji zarokên Efrînê strana 'Perperîk'
​​​​​​​Ji zarokên Efrînê strana 'Perperîk'
​​​​​​​Ji zarokên Efrînê strana 'Perperîk'
6 hezîran, 2023   06:55
ŞEHBA-ZEYNEB ŞÊXO

Stran ji aliyê Koma Zarokan a girêdayî Tevgera Hîlal Zêrîn a hêrema Efrînê ve hatiye gotin, awazên wê jî hunermend Ferhad Elûş çêkirine. Derhênera klîbê jî Ronahî Şêxo ye. Kom ji 30 zarokan pêk tê.

Ji 21`ê Adara 2022`yan de dest bi amadekirina stran û klîbê hatiye kirin. Lê ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêmê, xebat hatibûn rawestandin. Lê piştre di 14`ê Gulana 2023`yan de amadekariyên klîbê dewam kirin û kişandina wê bi dawî bû. Montaja wê jî di 1`ê Hezîranê de qediya.

Klîb li gundê Til Sosîn, navçeya Ehdas û Kampa Serdem ên kantona Şehbayê hatine kişandin.

Gotinên stranê li ser zarokan û têkiliya wan a bi xwezayê re ye. Tê payîn ku klîb li ser tevlevîzyonên kurdî û malpera Hîlala Zêrîn bê weşandin.

(c)

ANHA