Li Lubnanê beriya hilbijartinên serokkomariyê banga civînê

Serokê parlamentoya Lubnanê Nebîh Berî ji bo hilbijartina serokkomarê, banga lidarxistina civînekê di 14`ê Hezîranê de kir.

Li Lubnanê beriya hilbijartinên serokkomariyê banga civînê
5 hezîran, 2023   20:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên siyasî yên muxalif ên Lubnanê ragihandin ku wezîrê darayî yê berê Cîhad Ezûr ji bo hilbijartinên seroktiya welêt navê xwe daye. Namzetê Tevgera Emel û Hizbullahê lubnanî, serokê Şepêla Merde Silêman Firenciye hevirkê wî ye.

Mîşel Miewed ku namzetê serokatiyê bû demeke berê namzetiya xwe paşde kişand û rê ji Cîhad Ezûr re vekir ji bo ku navê xwe bide.

Ji dema bidawîbûna serokatiya Mîşel Ewn ve di 31`yê Cotmeha borî de, cihê serokatiya Lubnanê vala ye.

(şx)